Cîhan

Esed devletek nû radigihîne

Li Suriye van du rojên dawî tiştên balkêş rû didin. Dixweyê dawiya rejima Esed bi awayekî hatiye. Lê ihtimala mezin ku niha tê gotubêj kirin ewe ku dê Esed Suriye terk nakê û dixwaze dewlet Elewî li derdora Latiqiyê û Tartos ragihîne.

Li gora agahdariyên ji hinek berpirsên rejima Esed di civînên nehînî de hatine goti ewe ku, dê hêjên rejimê yên taybet bi Esed ve girêdayî xwe bidin aliyê Tartosê û li wê derê berxwe bidin û ji bo parastina wê herêmê jî dê amadebin hemû çekan kar bînin.

Herweha daxwaz ji hinek deveran hatiye kirin ku divê dewleta ku ew ragihînin bête naskirin dê ev yek rewşa Suriye çareser bike. Îran û Malikî jî ev daxwaza Bişar Esed pejirandine.

Wek din li gora agahdariyên ji herêmê tên ji duh pêde rejim çekên di detê xwe de bi hovitî kartîne û hêdî rejimê Şam bi xwe jî ji çav derxistiye û niha bi giranî berê xwe didin Tartosê û hêzên xwe li wê derê kom dikin.

Back to top button