Cîhan

Fûzeyên Esed derketin holê

Rejîma Şamê, çendî ku haşa û mandela dikir, lê belê va ye fûzeyên wê bi wêne derketin holê ku avêtine ser hemwelatiyên xwe. Ew fûzeyên Scud ku ji herêma Nasiriyeyê hatine avêtin, bi kamerayê nihênî di cihê wan de hatin peyitandin.

Dema ku berdana fûzeyan bi dawî jî bûye, leşlerên rejîmê bi çepikan serkeftina xwe pîroz kirine.

Hêja ye bêgotin ku serokê giştî yê NATOyê, Anders Fogh Rasmussen daxuyaniya ku duhê dabû, bi awayekî hişt nerazîbûna xwe ji bo avêtina fûzeyên Scud ên Sûriyê eşkere kiribû û gotibû: “Ew fûze çendî ku li Tirkiyê neketine, lê ew li ser Tirkiyê xetereke mezin in. Ji bo ku em Tirkiyeya hevalbenda xwe biparêzin, me fûzeyên Patriot li wirê bi cih kirine.”

Back to top button