Polîtîk

Hero Îbrahîm ciyê Talebanî digire

Hindek rojnameyên erebî ragihandin ku, ger serokomarê Iraqê Celal Talabanî nekare li ser erka xwe weke serokomarê Îraqê berdewam be, dê hevjîna wî Hêro Îbrahîm bibe namzeda ku cihê Talabanî bigre.

Rojnameya Sefîr a Libnanê û rojnameya Beyan a Îmaratê, belav kirine ku, hevjîna serokomarê Iraqê Hêro Îbrahîm yekem namzed e ji bo cîgirtina serokomar Talabanî.

Rojnameya Beyan herwiha ji zarê hindek jêderên kurd wiha dinivîsîne, “Ev jêderên he pêşbîniya wê dikin ku, navbera cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Berhem Salih û hevjîna Talabanî, Hêro Îbrahîm ji bo serokomariya Iraqê rû bide.”

Ji aliyekî din ve rojnameya Sefîr a Libnanê jî, wiha dinivîsîne; “Tu namzedek ji namzedên cîgirtina serokomarê Iraqê Celal Talabanî nikarin li aliyê heskirin, rêzgirtin û guhdarîkirinê ve cihê Talabanî tijî bikin, çi li Herêma Kurdistanê, çi li Iraq û welatên cîran ên wekî Tirkiye, Îran, Sûriye û Amerîka.” (rûdaw)

Back to top button