Di navbera Başûr û Rojava de derî vedibe
Li ser daxwaza kurdên Rojavayê Kurdistanê deriyek di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tê vekirin. Encûmeniya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû ku ji bo hevkariya mirovî deriyekê di navbera Kurdistaniyên herdu aliyan de bê vekirin. Ji Serokatiya Herêma Kurdistanê Hemîd Derbendî jî diyar kir ku heta sê roja dê ev mesele bê çareserkirin û biryar jî li ser bê dayîn.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) jî daxuyand ku ji bo vekirina deriyekê di navbera Başûr û Rojava de divê rizamendiya Amerîkayê bê wergirtin.
Nûnerê ENKS’ê yê Herêma Kurdistanê Ebdûlbaqî Yûsif jî di vî warî de ji Rûdawê re ragihand ku di civîna Balyozê Amerîkayê yê Şamê Robert Fort û ENKS’ê de daxwaz hatibû kirin ku Amerîka di vekirina deriyê ‘sînor’ yê navbera Başûr û Rojava de rola pêwîst bilîze.
Yûsif got ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku bi nêzîkbûna ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tê zanîn ger deriyê fermî hat vekirin bac wernegirin. Di vî warî de Yûsif wiha pê de çû: “Pêştir alîkariyên ku rêxistineke Almanî gihand Rojavayê Kurdistanê, PYD’ê dest danibû ser.”
Di vî warî de Nûnerê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) yê Herêma Kurdistanê Mihemed Reşîd îdîayên Yûsif red kir û got ku ENKS ji bo alîkarîdan û hevkariya bi Rojava re xemsar e û lewma ev erka maye ser milên wan.
Nûnerê EGRK’ê destnîşan kir ku ger deriyeke ‘sînorî’ di navbera herdu beşên Kurdistanê de vebe dê bi tu awayî bac û derametan wernegirin, ji ber ku rewşa Rojava di metirsiyê de ye û pêwîstî bi hevkariyê heye.
Ji dûh ve çalakvanên rojavayê Kurdistanê li ser rûpelên xwe yên Facebookê belav dikin ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî deriyekî sînorî ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo kurdên rojava veke. (Rudaw)