Naveroka preskonfrensa Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî roja duşemiyê 26.11.2012ê, di preskonfrensekê de li bajarê Hewklêrê behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku, di vê ew hemû arîşe û alozî bi danûstandinan bên çareser kirin.
– Her ji sala 2009ê û vir de me mekanîzma karî digel Bexdayê dana ye, di wê mekanîzma karkirinê de Bexda digel herêma Kurdistanê û aliyê Amerîkayê hebûn. Me di du waran de civîn dikrin, warê siyasî ku, wezîrê pêşmerge, wezîrê navxwe û wezaretên din li Bexdayê beşdarî tê de dikir, di warê meydanî jî de her bi wî awayî civîn duhatin saz kirin. Ew civîna nuha li Bexdayê tê kirin ji bona wê yekê ye ku, em çawa bikarin ew aloziya nuha li ser sînorên herêma Kurdistanê heye çareser bikin.
– Em hêvîdar in ku, hemû ew pirsgirêkên li Îraqê hene li gor destûrê çareser bibin.
– Pirsgirêka di navbera me û Bexdayê de ne meseleya hêz û qwetê ye, kî bihêz e û kî bêhêz e, mesle mentelîteya çareserkirina pirsan e, eger metalîteya herêma Kurdistanê yan a Bexdayê ew be ka kî di çi demekê de bihêze û bi ser yê bêhêz de serbikeve, bi a me bi vê dîtinê pirsên Îraqê bi tu awayî çareser nabin. Dîrokê îspatkiriye ku, pirsgirêk bi vê dîtinê çareser nabin. Me destûrek heye û pêwîste bi rêya danûstandinê di çarçoveya destûra Îraqê de ew pirs bên çareserkirin.
– Dirustkirina aloziyan digel Bexdayê ne di berjewendiya herêma Kurdistanê û ne jî di berjewendiya Bexdayê de ye. Bi a min em dikarin bigehin çareseriyê û ez tu metirsyan nabînim ku, em negehin çareseriyê. Ji aliyê me ve deriyê diyalogê vekiriye digel Bexdayê bi awayekî em bi hev re li ser maseya diyalogê biciv in û çareseriyê bibînin. Eger ve nebe, pêngavên din hene, lê çênabe em pêş bûyeran bikevin û yaku îro heye ez geşbînim bi wê yekê ku, em dikarin pirsên navbera me û Bexdayê de hene çareser bikin.
– Serokê palamentoya Îraqê Osme Nûcêfî hate Kurdistanê û digel cenabê serokê herêma Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê civiya. Paşî Nûcêfî vegeriya Bexdayê û digel Malikî jî civiya. Xebatên wî birêzî ji bona ku, pirsgirêk bi aşitî û dûr ji alozî û hêza leşkeî çareser bibin, berdewam in. Divê Bexda bigehîte wê baweriyê ku, arîşeyên Îraqê bi karanîna hêzê, tank û topan çareser nabin. Tecrûbeya Îraqê nîşan dide ku, pirsgirêk bi şidetê çareser nabin. Rêya çareseriyê ew ku, em hemû bi destûra Îraqê pabend bin.
– Helwesta me li hember fermandeya operasyonên Dicleyê diyar e. Eger peywendî bi rêkxistina hêzên Îraqê ve hebe pêkanîna wê hêzê normal e. Lê eger mesele ew be ku, hemû saziyên emnî, asayîş û polîs yên Kerkûkê û deverên din yên veqetandî bikevin jêr kontrola wê fermandeyê, hîngê ew li dijî wê rêkeftinê ye ya ku me pêştir digek Bexdayê hebûye. Me pêştir rêkeftineke, anngo mekanîzmeke sêterefî, Kurdistan, Îraqê û Amerîka bo îdarekirina deverên veqetandî hebû.
– Jiber ku rewşeke awerte heye, me hêzên pêşmerge şandine wan deveran, her dema rewş normal bû dê hêzên me vegerin cîyên xwe yên berê.
Di dawiyê de Nêçîrvan Barzanî di preskonfrensê de ew yek jî eşkere kir ku, Sefên Dizeyî bi fermî berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê ye.