Cîhan

Dîdar û civînên serokwezîr li Taranê

Di çarçoveya serdana xwe ya fermî bo komara Îslamiya Îranê, roja yekşemiyê 11.11.2012ê li taranê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê digel Elî Ekber Salihî wezîrê derve yê komara Çslamiya Îranê civiya. 

Di civînê de ku, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê û Sefîn Dizeyî berdefkê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, têkeliyên navbera Hewlêr û Taranê û pêxistina wan têkeliyên di warên cihê de hat gotûbêj kirin û her di aliyan tekîd li ser giringiya berfirehkirina têkeliyan kirin.

Her li Taranê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re digel Elî Seîdlo cîgirê serokomarê Îranê bo karûbarên derve civiya.

Di civînê de, têkeliyên dêrînên gel û hikûmeta Kurdistanê digel gel û hikûmeta komara Îslamiya Îranê, çewaniya berdewamkirin û zîdetir berfirehkirina wan têkeliyan ku, di berjewendiya her du aliyan de bin, hatin behis kirin.

Rewşa siyasiya Îraqê, guhertin û pêşhatên herêmî mijarên din yên civînê bûn. Herwesa çend pirsgirêkên di navbera her du aliyan de hene weke; kêmbûna ava çemê Elwend û çend pirsgirêkên din yên di warê bazirganiyê de hatin minaqeşekirin.

 Cîgirê serokomarê Îranê got ku, ji bona şopandina sedemêm kêmbûna ava çemê Elwend û çareserkirina wê pirsê komîteyeke hevbeş di navbera Îraq û Îranê de hatiye pêkanîn

Di civînê de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, Sefîn Dizeyî berdefkê hikûmetê, Nazim Omer nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Taranê, Hêriş Miherim serokê konseya sermayerazandinê û Ebdula Akreyî rêvebrê têkeliyên hikûmeta Kurdistanê digel Komara Îslamiya Îranê amade bûn.

Back to top button