Balefira Ermenistanê daxistine Erziromê
Ji aliyê dewleta Tirkiyê ve careke din balefireke aîda rêhewayê dewleta Ermenistanê, balefira kargo a ku “alîkariya mirovî” vediguhesîne daxistine balefirgeha Erziromê. Balefira Ermenistanê diçû Suriyê. Sedema balefir daxistinê jî, “di kargoya xwe de malzemeyên leşkerî vediguhestînê” hatiye daxuyandin. Balefira kargo a bi tipê Antonov An 12, ji aliyê tîmên taybet û kûçikên ji bo lêgerînê hatine perwerdekirin ve tê lêkolînkirin.
Piştî balefir daxistina balefirgeha Erziromê, waliyê Erziromê Ozgur Arslan jî çûye cîhê bûyerê.
Meha borî jî, balefirgeheke aîda rêhewaya Ermenistanê a ku diçû Suriyê, ji aliyê balafirên şer yên dewleta Tirkiyê ve hatibû daxistin. Piştî lêkolîn hate temamkirin, Tirkiyê destûr da balefirê û balefir firiyabû Suriyê.
Ji bo ku dîmenên balefirê ji aliyê rojnamevanan ve nayê kişandin, derdora balefirê bi wesaîtên agirkujê hatiye dorpêçkirin.