Cîhan

Sean Penn bû qasidê Bolivyayê

Aktorê Amerîkî yê bi navûdeng Sean Penn, li Bolivyayê serdana Serokdewletê Bolivya Evo Morales kir. Li paytexta Bolivya, li La Pazê, Morales û Sean Penn hatine ba hev. Di hevdîtinê de Morales ji aktorê Holywoodê xwest ku beşdarî kampanyaya navneteweyî a nebata koka bibe. Wezîrê Dewletê Juan Ramon Quintana diyar kiriye ku, Morales, di mijara girîngî û dîroka pelçên kokayê de agahî dane Sean Penn. Çermsorên ku li Bolivyayê dijîn, pelçên nebata koka, ji bo birçîbûnê, westandinê û tirsa bilindahiyê bikar tînin.  

Nebata koka, ji bo bidestxistina kokaînê, wek madeyê xav tê bikaranîn. 

Di kampanya ku tê meşandin de a navneteweyî a Bolivyayê, Morales piştgirî ji aktor Sean Penn xwest û ew wek, “Qasidê Koka” tayîn kir. 

Back to top button