Cîhan

Firtoneya herî mezin li rojê çêbû

Li gor ragîhandina rojnameya Aftonbladeta Swêdî (28/10/2012) ku ji NASAyê wergirtiye, li rojê firtone çêbûye. Ev firtoyena ku çêbûye, bi mezinatiyeke wisan e ku sê car ji dinyayê mezintir e.

Astrofizikvan Knut Jongen û Odegaard Roed dibêjin, ji sala 2010 û bi vir ve hevkarîya asîmanî di navbera NASA û ESAyê de didome. Li gor wan ji meha Gulana 2012an ve ye ku ev firtone ya herî mezin e li rojê çêbûye.

Ev rewşa rojê guhartineke xirab afirandiye û li çolên Emerîkayê weke Mojaveyê havîna herî germ û li Alaskayê jî demsala zivistanê ya herî sar serobin kiriye.


Rojeva Kurd

 

Back to top button