Cîhan

Li Myanmarê Misilman û Budîst hevdu dikujin:112 mirî

Li Myanmarê li herêma Arakanê, pevçûnên di navbera Misilman û Budistan de, ev hefteke ku dijwartir dewam dikin. Di nav çend rojên dawiyê de, di pevçûnan de hejmara kesên ku jiyana xwe wenda kirine gihaşte 112 kesan. Zêdetirî 2 hezar mal hatne şewitandin. Pevçûnên ku di navbera Budistên Rakhineyê û Misilmanên Rohingyayê de pêk tên, wezareta karên derve a Tirkiyê jî xiste nav hewldanan. Wezareta karên derve a Tirkiyê, ji desthilatdara Myanmarê xwest ku pêşiyê li pevçûnan bigre û pevçûnan asteng bike.

Di pevçûnan de, di nav wargehên ku zirarê dibînin de perestgeh jî hene. Nexweşxaneyên li wê herêmê bi birîndaran tije bûne. Tê ragihandin ku, dîsa Misilmanên Rohingyayê koçber dibin. 

Amerîkayê jî bang li aliyan kir ku, bi îtîdal tevbigerin. 

Alîkariyên ku ji bo Myanmarê diçin, ji aliyê desthilatdariya Myanmarê û saziyên sivîl ve têne belavkirin.  

Li herêma Arakanê, pevçûnên di navbera her du aliyan de, di hezîrana sala çûnê de destpê kiribûn. Gellek mirova jiyana xwe ji dest dabûn. Dîsa nêzika 75 hezar kesî jî wargehên xwe berdabûn û koçberê derên din bûbûn. 

Desthilatdara Myanmarê, mafê hemwelatiyê nade Misilmanên Rohingyayê ku hejmara wan qasî 800 hezarî ye. 


 

Back to top button