Polîtîk

Nûçeya ANF derew e

 

ANF di nûçeyek xwe de  behsa hinek pêwendî û civînekî di navbera hinek aliyan de li Hewlêr dike. Armanca vê civînê jî wek kêmkirina bandora PYD-ê li ser kurdên Rojava dide xuyakirin.

Belgeya ku ANF-êbelav kirî nivîsek erebiya û tu mohr û îmze li ser tuneye. diroka vê belgeyê vedigerê roja 09.02.2012-ê lê belge roja 09.10.2012-ê hetiye weşandin. Dixweyê ev belge bi temamî ji rastiyê dûre.

 Di vê derbarê de Rojevakurd li gel siyasetmedarê naskirî yê Kurdistana Rojhilat Sellah Bedreddin pêwendî danî û di derbarê vê nûçeyê de hinek pirs kirin. Bedreddin di vê derbarê de ji Rojevakurd re got:

“ Nûçeya ku di ANF de hatî belav kirin ne raste û ew tişta ku wek belge weşandîn bi temamî kaxizek sexteye. Armanca wan ewe ku fitneyekî hem li Suriye hem jî li Iraqê di navbera kurdan û ereban de durist bikin.

Di rastiya xwe de ev tiştên hane ev senaryo karê dezgehên îstixbaratên herêmîn e. Dezgehên îstxbaratên Suriye û Îran li piş van tiştane û PKK jî di nav wan de ye.

Niha di kanala televizyona El Arabiya de gelek belge di derbarê rejima Suriye de têne belav kirin. Van belgeyan pêwendiyên rejima Suriye û PKK-ê û herweha pêwendiyên wan li gel Îranê û Hêzên wek Hizbullah eşkere kirin. Eşkerebûna van belgeyan rejima Suriye li herêmê tazî kir.

Ev nûçe jî bersivekê ji bo van belgeyên Er Arabiyê de têne belav kirin.

Di rastiya xwe de ev helwesta wan êrîşeke siyasiye li dijê serokê Kurdistanê bi xwe jî .Di medya erebî de hinek tişt di vî warî de têne belav kirin.
Di baweriya min de Îran û Nurî Malikî li pişt van tiştane.“

Herweha ji bo têgihandina vê pirsê nûçeya pêywendidar û hevpeyvîna ji berî demekî Rojevakurd li gel Sellah Bedreddin kirî cardin belav dikin.


Nûçeya peywendîdar:

https://rojevakurd.com/politik/11355-Bar-diayn-ANF-dibeje.html

 

Hevpeyvînek ku Rojevakurd li gel Selah Bedreddin pêkanî:

https://rojevakurd.com/rojev/11267-Kurd-Rojava-digel-rbaza-Barzan.html

 

Rojevakurd/Hewlêr

Back to top button