Sekreterê Polîtbûroya Siyasî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî di civînekê de ligel mamosteyên zanîngehê li Hewlêrê ragihand hemû dezgeh û cemawerên Kurdistanê binemaya durustkirina dewletekê ne ku PDK demke kar ji bo wê dike.
Herwiha Fazil Mîranî di civînê de got: ‘’Ji bo her proseyeke siyasî pêwîstiya me bi hizb û binema û prensîban heye ku ew jî PDK ji hemû aliyan ve raberayetiya wê dike, ew proseya ku Barzanîyê Nemir di destpêka sedsala bîstem de rêberayetiya wê dikir û îmkanên wiha di destê wê da nebin, lêbelê hemû şiyanên xwe dabîn kir, ji ber wê ye PDK 75 sal e li ser piyan e û bergiriyê li kurd û Kurdistanê dike.’’
Herwiha Fazll Mîranî behsa wê yekê jî kir ku armanca serekî ya çûna berbijêrên PDKê ji bo Parlementoya Bexdayê ew e ku, PDK xwedkî sermayeyeke mirovî û mekanizma ye û hew dide xeyal û hêviyên kurdan bi cî bike.
Herwiha Fazil Miranî da zanîn ku weke PDK wan ew maf heye ku behsa xwe bikin lewre wan pişta xwe bi mercîyet û serkirdayetiyên xwe yên bestiye hemû pêkahteyên li Herêma Kurdistanê jî ligel PDKê ne û PDK û Serok Barzanî ji bo parastina hemû xelk û pêkhateyên Kurdistanê xwedî şiyan in û ev di çend qonaxên dîrokê jî de selimandine.