PolîtîkRojev

Li Tirkiye gotubêj li ser 4 xalên destûrê..

Cîgirê Lijneya Şêwrê ya Bilind a Serokkomariya Tirkiyê û Serokê Berê yê Parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman li ser 4 xalên destpêkê yên Destûra Tirkiyê got, “Divê xalên nayên guhertin di destûrê de cih negirin. Pêwîst e li ser daxwaza milet bên guhertin.” Beşek ji opozîsyona Tirkiyê jî gotinên Kahraman ên li ser 4 xalên destpêkê yên destûrê rexne dikin.

Li gor medya Tirkiyê, Îsmaîl Kahraman li Stenbolê di “Konferansa Destûra Nû û Li Xwe Vegerê” de axivî û got, “Divê xalên nayên guhertin di destûrê de cih negirin. Pêwîst e li ser daxwaza milet bên guhertin. Eger xelk ji bo xwe bi rêve bibe biryarekê bide, divê demokrasî bê bicihkirin. Sîstema parlamenteriyê ligel demokrasiyê nagunce. Ji ber ku di demokrasiyan de 3 saziyên bingehîn ji hev cuda ne. Yasadanîn, rêvebirin û daraz ne girêdayî hev in. Her yek hêzeke cuda ye. Di sîstema parlamenteriyê de rêvebirin û yasadanîn yek in, wezîr ji nav parlamentoyê ne. Divê sîstema niha berdewam bike. Bi rastî pêwîst e Tirkiye li gor normên hiqûqê destûreke vekirî, bê hûrgilî, kurt û xwerû çê bike.”

Kahraman daxwaza xwe li ser destûreke olî anî ziman û got, destûrên 1924, 1961 û 1962an destûrên olî ne û got, “Di hemû van destûran de ol heye, dersên olî hene. Serokatiya Karên Diyanetê heye û fermanberên olî meaşên xwe ji dewletê werdigrin. Rojên olî betlaneya fermî ne. Li tevahiya cîhanê ji 195 welatan tênê li 5 welatan ilmaniyet di destûrê de heye. Hemû destûr bi olê re di nav aştiyê de ne.”

Beşek ji opozîsyona Tirkiyê gotinên Îsmaîl Kahraman ên li ser 4 xalên destpêkê yên destûrê rexne dikin. Parlamenterê CHPê Ali Haydar Tanriverdi dibêje, “Kesên dixwazin 4 xalên destpêkê yên destûra me biguherin ew in ku dijî komar, ilmaniyet, dewleta civakî, yek parçeyiya welêt, ziman, al û paytextê wê ne.”

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Hasan Subaşi jî got, “Demek e ev nîqaş tê kirin. Di demekê de ku ti mijarek nîne, mijara ilmaniyetê dikin rojev. Dê bibînin ku civak paş de gav navêje û rûbirûyê nerazîbûnên dijwar dibin. Rê bi tiştekî wiha nayê dayîn û em rê nadin. Serokatiya Karên Diyanetê, rêbertiya vê niqaşê dike. Diyar e ji ilmaniyetê ne razî ne. Dixwazin ji destûrê derxînin. Bingeha wê amade dikin.”

Li Tirkiyê bi taybetî aliyên çep û neteweperest naxwazin her çar xalên destûra Tirkiyê, ku rexne li ser tên kirin û wek xalên tekparêzî (monîst) tên binavkirin, bên guhertin. Di her çar xalên destpêkê de pênaseya çawaniya rêvebirina dewletê ku wek ilmaniyet hatiye nivîsandin, ziman û al û paytexta wê hatine diyarkirin û di xala çarem de tê gotin her sê xalên destpêkê qet nayên guhertin.

Ji ber ku heta pêşgotina destura heyî û 4 medeyên wê yên ewil neyên guhertin tu cara mirov nikare destura bê amade kirin yan jî guhertin de , ji nijadperstiyê bişû û behsa destûrek demokratik bike. Eger destûrek heyina te qebul neke ,gelo tu çewe û çi zihniyete dikarî bikevî di nava gotubûjin awayê vê destûrê de. Di deverekî de tu tunebî,tu divê ji berî her tiştekî heyina xwe bidî qebûl kirin.

Destûra Tirkiye pêşgotina xwe de dide xûyakirin ku, her tişt ji bo Milletê Tirke. Herweha dide xûyakirin ku destur li gora prensîbên Qewmiyeta Kemal Ataturk  hatiye amde kirin û tu cara nikare ji van prensîban dûr bikeve. Di sala 2001ê hinek guhertin di pêşgotinê de hatiye kirin, ew jî cardin behsa dîroka Tirkbûnê û nirxên wan yên millî û manevî dike. Tenê di cihekî de behsa hemwelatiyên Tirkiye tê kirin, yanî Kurd tünene û tu awayekî behsa Kurda nayê kirin .

Di dawiya pêşgotina destura Tirkan de dibêje: Ev destur ji aliye miletê Tirk ve,êmanetê zarokên Tirk yên evîndarên demokrasiye tê kirin.

Çar xalên destûra Tirkiyê yên destpêkê wiha ne:

Xala 1 – Dewleta Tirkiyê komarî ye.

Xala 2 – Komara Tirkiyê, ji bo aramiya civakê, di nav hevkariya neteweyî û dadmendiyê de rêzê li mafê mirovan digire, girêdayî neteweperestiya Ataturk e ku xwe spartiya prensîbên bingehîn, dewletek e hiqûqê ya demokratîk, ilmanî û civakî.

Xala  3 – Dewleta Tirkiye, bi welat û miletê xwe yek parçe ye ku parçe nabe. Zimanê wê Tirkî ye. Ala wê, ala sor e ku stêrk û heyva spî li ser e. Sirûda wê ya neteweyî “Sirûda Îstîklal” e. Paytexta wê Enqere ye.

Xala 4 – Xala yekem a destûrê ku tê de şewazê dewletê wek komarî hatiye nivîsandin, xala duyem ku pênaseya çawaniya komarî ye û xala sêyem nayên guhertin û guhertina wan nayê pêşniyarkirin.

Back to top button