Serok Barzanî ji bo minasebeta çaremîn salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê li se hesabê xwe ya fermî ya Twitterê peyamek belav kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje : % 93 ê dengê Belê ya xelkê Kurdistanê li referandumê da serkeftineke mezin û dîrokî bû. Li salvegera wê serkeftinê da pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û destxweşiyê li wan qehremanan dikim ku xwe neçemand û çavên wan maç dikim.
Roja 25ê Îlona 2017ê Referandûma serxwebûna Kurdistanê li başûrê Kurdistanê hate li darxistin. Xelkê başûrê Kurdistanê ji bo helwesta xwe li ser çarenûsê xwe diyarbikin çûn ser sendoka û dengê xwe dan. % 92.73ê ji serxwebûnê re goyin ERÊ.
Pîştî referandumê dewletên herêmê û hukumeta Iraqê gelek bi giranî guvaş êxistin ser Kurdistanê.Xetên ezmanî li ser Kurdistanê girtin,hinek welatan deriyê bejahî li Kurdistanê girtin. Dorpêçek mezin li ser Kurdistanê hate danîn.
Artêşa Iraqê, Heşda Şeibî,Milîsên Şîe girêdayê Îranê,hinek aliyên Kuedên xayîn bi hevre êrîşê Kurdistanê kirin. Bi xiyaneta 16ê Cotmehê Kerkûk û hinek deverên Kurdistanê ji kontrola hukumeta herêma Kurdistanê derxistin.
Lê li himber hemû êrîşan Pêşmergeyên Kurdistanê bi qehremanî li berxwe da û xaka Kurdistanê parast. Artêşa Iraqê şkinad û karî nimûneyek din a Qehremaniya tomar bike.
Her dema Kurd doza serxwebûna xwe dikin êrîş gelek dibin. Lê ber bi zihniyeta dewletbûnê ve Kurd behtir bi hêz dibin û dikarin welatê xwe behtir biparêzin.