Cîhan

Xwe bera bîra êgir da

 

 

Li welatê Zelandaya Nû rojnamevan û wênekêş Geoff Mackley, xwe bera binê bîra êgir da. 

Çiyayê binavê Marûm ku li Başûrê Pasîfîkê, li giravên  Vanuatuyê ye, ev e gelek sal in ku bîreke êgir di xwe de vekiriye û hertim gurrîya wê wek êtûna dojehê difûre. Ev e 15 sal in ku hertim rojnamevanê navdar Geoff Mackley dixwest ku xwe bera binê wê bîra êgir bide bizav nedikir, lê ev car bi serkeftin xwe bera binê bîrê da. 

 

         Rojnamevan Geoff Mackley xwe berdike nava êgir

 

Li gor daxuyaniya pisporên volkanan, germiya vî agirê li çiyayê Marûmî 1.150 pile ye 450 metre kûr e. Mackleyê ku ji rihê xwe dabû stû, xwe bi kinc û şerîdên taybet bera binê bîra êgir da û bi 45 deqe di binî de ma, piştre bê ku xisaret li canê wî peyda bibe, derket jorê û dîsa dest bi jiyana xwe ya rojane kir. Mackley gotiye ku binê bîra êgir cihekî pir balkêş bû.


2012-09-29

Rojeva Kurd/Emerika 

 

 

Back to top button