Pîlot bi saxî hatine kuştin
Televizyona El Erebiye tiştekî wisa avêt holê ku navend bû toz û dûman: Pîlotên Tirkiyê ji aliyê Sûriyê ve bi saxî hatibûn girtin û piştre ew kuştin û avêtin kûrahiya deryayê.
Televizyona El Erebiyeyê belgeyekî jî weşandiye ku ji aliyê parastina Sûriyê ve hatiey amadekirin û li serê ”Pirnihênî” hatiye nivîsandin.
Li gorî belgeyê ku dijberên Sûriyê gehandine televizyonê, dibêje ku roja 22yên Hezîranê dema balafira cengî ya Tirkiyê ketiye deryayê, her du pîlotên wê bi saxê ketine destên artişa Sûriyê. Parastina Sûriyê ew pîlot wek dîlên şer nirxandiye, lê fermaneke taybetî ji Moskovayê hatiye, gotiye ku pîlotan bikujin û termê wan bavêjin nava deryayê devera aherî kûr.
Xuya ye ku Tirkiye di serê pêşî de ageh ji vê rûdanê hebûye ku zêde bi ser ve neçûye.
2012-09-29
Rojeva Kurd
Belgeya ku Al Arabiyê weşandî


