Prof. Dr. Nadir NADIROV koça dawîn kir, lê kar û xebatên wî dê heta bi heta bimînin. Ew akademîkar, alîm, lêkolîner, rewşenbîr û xwedîyê kapasîteteka mezin bû.
Em sersaxîyê ji malbat, xizm, hezkirên wî û tevahîya gelê Kurd re dixwazin.
Mesud BARZANÎ diderbara Nadir NADIROV de wisan got:
”Nadir Nadirov zanayekî nav kurd û xwedî roleka bi bandor bû, destdana wî zoyaneka mezin e.” .
Prof. Dr. Nadir NADIROV yek ji zanyarên Kurdên Kazakistanê bû û ji alîyê din ve jî ew zanyarê petrokîmyayê bû. Di 6ê Çileya paşîna sala1932an de ji dayikê bû û di roja 24ê sibata sala 2021ê de çû ser dilovaniya xwe.
Desteya Akademîya Kurdî li Stockholmê pir xemgîn e. Nadir NADIROV di sala 1937an de ji Naxçivana Sevyetê koçbarê Kazakistanê bû û heta mirina xwe li wir ma. Di 1992an de ew bi dîroka derxistina girseyî ya Kurdan li Yekîtiya Soviyeta berê haydar dibe û salên 1930 – 1940î bala wî dikişînin û ew dest bi lêkolînê dike, dema Stalîn û Sovyeta berê eşkere dike. Yanî dema sûrgûna kurdan eşkere dike.
Di sala 1956an de li Enstituya Lenîn a Moskova teza masterê qedand.
Di sala 1967an de teza doktorayê wergirt û mohra xwe li dîrokê xist û derbasî nav rûpelên dîrokê bû.
Di sala 1970î bû Profesor û bandora wî zêdetir dibû.
Di sala 1982an de wekî pisporê petrokîmyayê hat navandin.
Di sala 2004an de xelata medalya zêrîn a Fransayê wergirt û bû marşalê zanistê Napolenî.
Di sala 2010î de şêwirmendê serokomarê Kazakistanê bû.
Ew serokê Komela kurd li Kazakistanê bû.
Akademîya Kurdî sersaxî dide malbata wî, Narîn NADIROV, xizmên wî, hezkirên wî, nêzikên wî û tevahîya gelê Kurd.
Akademîya Kurdî xwe hevpara xemên wan dibîne. Ruhê şad û cihê bihuşt be.
AKADEMÎYA KURDÎ LI STOCKHOLM
Serokê Akademîya Kurdî
Doktoremend Maruf YILMAZ
Sekreterê Akademiya Kurdî
Dr. Najmaddin KARIM