PolîtîkRojev

Heyeteke Partîya Pêşerojê Li Amedê Seredana PAKê Kir

Partiya Pêşerojê li Diyarbekir serdana PAKê kir. Di vê derbarê de, Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê daxûyaniyek ragihand. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê partiyên Tirkiye piraniya cara partiyên bi navê Kurdistanê hatîn damezirandin nasnakin û guh nadin wan. Ji bo vê yekê serdana Partiya Pêşerojê ya PAKê girînge û dikare wî dîwarê nijadperestiya partiyên Tikiye bi hindikbê jî bişkîne. Ji bo diyaloga navbera Partiyên Tirkiye û Kurdistanê gavek girîng e.

Daxûyaniya PAKê:

Heyeteke Gelecek Partisi(Partîya Pêşerojê) Li Amedê Seredana PAKê Kir

Heyeteke Gelecek Partisi(Partîya Pêşerojê) ya ji birêzan Serokê Teşkîlata Amedê ya Gelecek Partisi Aydin Aytaç, Cîhgirê Serokê Teşkîlata Amedê ya Gelecek Partisi Soner Ordu, Sekreterê Teşkîlata Amedê ya Gelecek Partisi Hasan Uygun, Serokê Ciwanan ê Teşkîlata Amedê ya Gelecek Partisi Ferhat Simpil pêk hatî roja 25.08.2021ê seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

Birêzan Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Berdevkê PAKê Hanifi Turan, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Salih Kaplan û rêvebirê Teşkîlata Amedê ya PAKê İsmail Ediş pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta Gelecek Partisi(Partîya Pêşerojê) di derbarê rewşa Tirkîyeyê û rûdanên van demên dawî de bîr û rayên partîya xwe anîn ziman û xwestin ku peywendiyên herdu partîyan berdewam bibin.

Heyet PAKê jî ji ber vê serdanê spasîyên xwe pêşkêşî heyeta Gelecek Partisi kir.

Herweha heyeta PAKê di derbarê doza girtinê ya di derbarê PAKê de, di derbarê êrîşên nîjadperetî yên li dijî kurdan, di derbarê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya li dijî kurdan û di derbarê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de bîr û rayên PAKê anîn ziman.

Hevdîtina heyeta PAK û Gelecek Partisi di atmosfereke erênî de derbas bû û herdu alîyan jî girîngîya dîyaloga di navbera herdu partîyan de anîn ziman.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button