Polîtîk

Rolê Kurdistanê tê guhertin

 

Di warê enerjiyê de pêwendiyên berfireh navbera herêma Kurdistanê û Tirkiye de çêdibin.  Konaxa ku navbera herdu welatan de ji bo li hevtinê îmze bêne avêtin, wê rewşa herêmê û role van welatan jî bête guhertin. Dê rolê Tirkye jî di bazara enerjiyê de mezin bibe.

Di derbarê li hevhatina dîrokî de daxuyanî ji wezîrê hukumeta Kurdistanê Aşitî Hewramî ku li Tirkiye ye hate ragihandin.

Hewramî ragihand ku Iraq planê dike ku rojê 6/7milyon birmîlê neftê derêxe derve ji bo vê yekê jî pêwistî xetek duyem ya boruya neftê ji bo Ceyhanê heye. Eger ev yek bê pêkanîn dê rolê Ceyhanê jî wek Roterdam lê werê. Serokwezîrê Tirkiye Receb tayib Erdogan jî pişgiriya vê projeya nû dike.

Niha hecmê bazirganiyê ya Tirkiye li gel herêma Kurdistanê salê 15 milyar dolar e. Rojana pêwendiyên bazirganî di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiye de berfirehtir dibe.

Di vê derbarê de Hewramî got: Piştî li hevhatina li gel Bexdayê armanca me ewe ku heta sala 2015-ê redeya rêkirina petrolê bigihe 1 milyon birmîl di rojê de. Wek din gaz a iruştî ya Kurdistanê têra ihtiyaca Tirkiye dike. Ez bawerim nîvê sala 2014-ê xeta boruyê dê dest kar bike.

 

Back to top button