Polîtîk

Li 6 bajaran 35 kes girtine binçavan

Îro danê sibê (25.09.2012) di serî de bajarê Mêrsînê, li 6 bajaran operasyonên di bin navê “KCK”ê de hatin lidarxistin. Di encama serdegirtinên mal û komele û navenda de, herî kêm 35 kes hatin binçavkirin. Li Mêrsînê polîsan li derên wek, Kurdî-Der, Komeleya Mafên Mirova (KMM) û Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) lêgerîn kirin.

Di bergeha operasyonan de , Serokê Şaxa Mêrsînê a Komeleya Mafên Mirovan Ali Tanriverdi,  Serokê berê yê bajarê Mêrsînê yê BDPê  Cîhan Yilmaz jî di nav yên ku hatine binçavkirin de ne.  Plîsan, dest dane ser gellek kompîtor, belge û ambûran. 

Di heman demê de li Edene û Amedê jî operasyonên binçavkirinê hebûn. Nûçegîhanê DÎHAyê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle) Ferhat Arslan jî hatiye binçavkirin.

Heta niha kesên ku hatine binçavkirin û navê wan eşkere bûye wiha ye: ferhat Arslan, Musa Kulu, Aynur Aşan, Huseyin Şapuk, Ali Tanriverdi, Seyhan Yildirimli, Adil Karabulut, Adil Adsiz, Fair Eroglu, Gulhan Yag, nesrin Altay, Mahir Ogretmen, Sitki Aydemir, Cihan Yilmaz, Erdal Sarikaya, Saadet Surer, Yilmaz Demir, Kadri Beştaş, Roza Yaruk.

Back to top button