Kultur

Biryara FÎFAyê ji bo Kurdistanê jî wê bibe mînak

Destaya Bilind a FÎFAyê, tê payîn ku, roja pêncşemê biryareke ku Kurdistana Başûr bi kelecan dibê bide. Kosova û Katalonya, ji bo ku karibin di qada navneteweyî de bi awakî fermî tevlî pêşbirkan bibin, serî li FÎFAyê dabûn. Ger FÎFA, zêdetirî Kosovayê, ji bo Katalonya bê “erê”, ev biryar ji bo Kurdistanê jî wê mînak be. 

Ji bo serlêdan û pejirandina ji bo Kosovayê girîngtir, biryara FÎFA a di derbarê Katalonyayê de ye. Çimkî Katalonya hîn serxwebûna xwe îlan nekiriye û di wek statuyeke Kurdistana Başûr de ye. Ger FÎFA serlêdana Katalonya qebûl bike, Kurdistana Başûr jî, wê pêşiyê serî li Federasyona Iraqê, dûra jî FÎFAyê bide ku di heman statuyê de tevlî pêşbirkên navneteweyî bibe. 

Kurd jî li benda vê biryarê ne. Lê tê diyarkirin ku Kosova di vî warî de piştgiriyeke pirr xurt ji cîhanê werdigire. Tê diyarkirin ku ger Başûrê  Kurdistanê jî serî li FIFA yê bide, wê hukûmeta navendî ya Iraqê û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina vê yekê hewl bidin.

Kosova heta niha ji aliyê Amerîka, 36 welatên Ewropayê û 54 welatên cîhanê ve hatiye naskirin. Kosova ku endama Bankaya Cîhanê û Fona Pere  ya Navneteweyî (IMF) ye, di sala 2008 an de bi awayeke yekalî serxwebûna xwe îlan kiribû.
Tevî Kosovayê, Katalonyayê jî serlêdan kir. Tê payîn ku ev serlêdan bi awayeke teqez bêne pejirandin. Jixwe Federasyona Fûtbolê ya Spanî jî piştgirî dide serlêdana Katalonya ya ji bo FIFA yê.

Di vê warê de, FÎFyê jî berê anîbû ziman ku, wana jî piştgiriyê didine pejirandineke bi vî rengî. 
Ji bo Başûrê Kurdistanê heta niha ne di vê astê de temsîla wê heye û ne jî piştgirên wê hene. Niha lîstîkvanên Kurd di tîma neteweyî ya Iraqê de dileyîzin. Tîma Fitbolê yê Başûrê Kurdistanê di hezîrana borî de beşdarî Kûpaya VIVA ya Cîhanê bû û bi tîmên ji Tamîl, Seheraya Rojava û  Darfûrê hatin re derkete pêşbirkan.

Back to top button