Cîhan

Di 45 deqa de mîlyonek dolar qezenç kir

Stranbêja navdar a Amerîkî Nicole Scherzinger, hefta çûyî roja pêncşemiyê li Dubaîyê konserek da. Di vê konserê de stranbêjê mîlyonek dolar pere girt. Dema ji Nicole Scherzingerê re pêşniyar tê kirin, nexwastiye qebûl bike lê ku mîlyonek dolar teklîfa wê kirine, xwe li hemberî vî pereyî ranegirtiye û qebûl kiriye.

Stranbêja 34 salî Scherzinger, ji sala 2007 an vir ve, bi pîlotê Formula 1ê Lewis Hamilton re dijî. 

Konser, ji aliyê Emirates NBD, ku di sektora bankatiyê de kar dike, li Navenda Bazirganiya Cîhanê a Dubaîyê hatiye lidarxistin. Konsera ku 45 deqa dewam kiriye, tam mîlyonek dolar qezenc ji Scherzingerê re aniye.

    

Back to top button