Polîtîk

Mala Apê Musa bû muze

 

Apê Musa (Musa Anter), di 20ê Îlona 1992 an de li Amedê, ji aliyê Jîtemê (teşkîlata îstixbaratê a cendermeyan) ve, bi xayîntî hatibû qetilkirin. 

Di 20. salvegera şehadeta Apê Musa de, mala wî bû muze. 

Apê Musa, li ser gorra wî a li bajarê Mêrdînê, li navçeya Nisêbînê, li bajaroka Akarsuyê, ji aliyê kûrên wî û hezkirîyên wî ve hate bibîranîn şûnda, mala wî a ku zarokên wî rêkûpêk kiribûn, wek muze hate vekirin. Di muzeya Apê Musa de, di serî de xelatên ku Apê Musa stendine, sûretên wî û pirtûkên wî hatine pêşandan. Dîsa di muzeyê de, berî qetilkirina wî goreyên di lingê wî de, eşyayên di çenteyî wî de û destenivîsên ku berî kuştinê nivîsîbûn jî cih girt. 

Kûrê Apê Musa Anter Anter, anî ziman ku, wana xemgîniya 20 salan dikişînin ku, hîn jî kujerên Apê Musa nehatine girtin. Heta niha ti saziyên fermî banga wan nekirine û di vê mijarê de agahî ji wan negirtine. 

Anter Anter got ku, “fermana kuştina bavê min, ji aliyê hikumeta wê heyamê ve hatiye girtin.” 

 

Back to top button