CîhanRojev

Amerika hêdî li Iraqê şer nake!

Piştî vekişîna artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo bidawîanîna erkê artêşa Amerîkayê, li Washingtonê ye.

Piştî civîna îro ya Biden û Kazimî, daxuyaniyeke fermî dê were belavkirin û tê de bidawîbûna erkê artêşa Amerîkayê li Iraqê were ragihandin.

Niha 2500 serbazên Amerîkayê li Iraqê hene, ku erkê têkoşîna li dijî DAIŞê li stûyê wan e, erkê artêşa Amerîkayê bo perwerdekirina artêşa Iraqê dê were guhertin.

Di Adara 2003yan de ji ber doza civaka navdewletî, artêşa şerker a Amerîkayê li dijî Sedam Husên û rejîma wî, hate Iraqê, piştî wê jî, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, erkê şerkirina li dijî DAIŞê ji wan re hate dayîn, heta niha jî beşek ji wan serbazan li Iraqê mane.

Back to top button