Kultur

Helbestek: Keça Kanî

“Keça kanî”

Evînî  tu  gulistanî 

Çelengî tu bêrîvanî

Ji adarê re nîsanî

Ji erdê re tu ezmanî

Şîrîn lêvê sipî sîngê 

Ji  min re  tu dil û canî

Ji payîzê re avdarî 

Ji havîn re zivistanî

Ligel te her birîn xweş e 

Ji giyanê re dermanî 

Li gel te xemgînî geş e

Nema dijî perîşanî

Xwezî di hembêza te bijîm

Bi aramî bi hêsanî

Xwezî zendên te yên nermûk 

Di nav min de bibe kanî

Rêber Hebûn 

19.07.2021

Rêber Redûr

Back to top button