Bi Drona êrîşê balefirxaneya Bexdayê kirin, di heman demî de bi sê rokêtan êrişê Binkeya Beled a Serbazî jî hatiye kirin. Di van êrîşan de tu ziyan çênebûye û li gora daxûyaniyan hêzên Iraqê dronek êxistine xwar.
Li gora agahdariyên heyîn di êrîşa li ser balefirxaneya Bexdayê de 3 dron hatine bi karanîn. Wek din jî ji başûrê bajarê Selahaddin 3 roket avêtine bingehê serbazî ya Beled.