PolîtîkRojev

Êrîşa li ser pêşmergeyan em gelekî xemgîn kirin

Partiya Îslamiya Kurdistanê(PIK) di derbarê êrîşa çekdarên PKKê li himber Peşmergeyên Kurdistanê daxûyaniyek ragihand.

Daxûyanî:

KUŞTİNA PÊŞMERGEYÊ KURDİSTANÊ ME GELEKÎ XEMGÎN KİR.

Roja 5.6 2021 de xeberekî gelekî xemgin li seranserê Kurdistanê belav bu. Ji ber êrêşekî qirêj 5 pêşmerge şehîd bûn û hêjmareki pêşmerge jî birîndarin.

Ev êrêşa ku hatin ser pêşmerge me gelekï xemgîn kir.

Em sersaxî ji malbatê pêşmerge û gelên Kurdistanê re dixwazin. Rehma Xwedê li şehîdan be. Xwedê şîfa xêrê bide pêşmergeyên birîndar bune.

Ger ev êrîş ji hêla tevgereke Kurd ve hatibe kirin,ev birakujîyê û malwêraniyê.

Ev mehekî zêdetire dewleta Tirka dagirker bi bahana PKK’ ê êrêş dibe ser başûrê Kurdistanê.

Dewleta Tirk a dagirker gav bi gav bi planên xweyên qirêj di herema Kurdistanê de bi cîh tînin.

Hemandemê de herdû dewletê dagirkerên Kurdistanê dewleta Tirk û Îran bi siteratejîkî qirij dixwazın navbera hêzên Kurdistanê de şerê birakujî derxînin û başûrê Kurdistanê dagir bikin.

PÎK- bi her ahwayê dijê birakujî yê û birakujî ji bo me xeta sorê.

Gelê Kurd, hêz û Partîyê Kurdisdistanê li ser wan ferzê ku li dijê birakujiyê derkevin û yekîtiya xwe çêbikin.

Dewleta Tirka dagirker li bakur,başûr û rojavayê Kurdistanê siyasetekî imha û qirkirinê dimeşîne.

Bangewaziya me hikûmeta herema Kurdistanê û hemû partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê divê bicivin û însiyatîf bigirin di derheqê nakokiye navbera PKKyê û herema Kurdistanê bi riya diyalogê çareser bikin.

Pêwistiku gelê Kurd bi helwestekî netewî li dijê sitratejiya qirej a dewleta Tirkiyeyê û Îranê derkvin û stratejikî netewî tesbit bikin û siyasetî hevbeş bimeşînin.

Li ser milê gelê Kurd erkekî niştimaniyê deskeftinê başûre Kurdistanê bi parêzên.

PÎK- Partiya Îslamiya Kurdistan

Hikmet Serbilind

Serokê Giştî

Back to top button