CîhanRojev

Tirkiye wek hevpeymaneke NATO yê tevnagere

Wezîrê deve yê Amerikayê Blinken di senatoyû de dema bûtçeya wezereta derve dihat gotubûj kirin, gelek senetoran pirs ji Bliken kirin.

Senetorê Demokrata Robert Menendez pirsek di derbarê Tirkiye de kir û got: Li welatek hevpeymanê NATO yê de gelek rojnemevan û parêzer di girtîgehan de ne. Tirkiye Kibrisê tehdît dike, pêwendiya li gel hukumeta Libyayê ya ku kesek nasnake datîne û bi vê yekê qada Yunanistanê dike di bin tehdîtekî de û li gora xwe herêmekî darayî radigihîne. Li ser Azerbeycanê ve êrîşê Ermenistanê dike, Tirkiye huquka navnetewî ihlal dike.Başe em li himber Tirkiya ku di bin desthilata Erdogan de çi dikin? Ez dibêjim desthilata Erdogan ji ber ku ez ne behsa gelê Tirkiye dikim behsa desthilata Erdogan dikim.

Di bersiva vê pirsê de wezîrê derve yê Amerikayê dibêje: Ez dizanim ku hefteya werê dema serok Biden li gel Erdogan bicive , dê behsa van pirsgirêkan hemiyê bike. Ev babetên ku hun behsê dikin pirsgirêkeke di navbera Amerika û Tirkiye de. Di gelek waran de Tirkiye wek hevpeymanek NATO yê tevnagere. Ne tenê kirîna sistema S-400 da me aciz dike , helwesta Tirkiye ya rojhilatê Behra Sipî jî babetek e ku em gelek pê ne rihetin.

Back to top button