Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim û ez ji Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî daxwaz dikim ku bi yekdengî li dijî vê destdirêjiyê rawestin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê êrîşa îro ya PKKê ya ser hêzên Pêşmerge de diyar kir: “Ez bi tundî êrîşa îro ya PKKê ya ser Pêşmerge şermezar dikim. Ez sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî malbatên pênc şehîdan dikim û hêviya başbûna bilez ji bo birîndaran dixwazim.”
Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Ez ji Parlamentoya Kurdistanê û aliyên siyasî daxwaz dikim ku bi yekdengî li dijî vê destdirêjiyê rawestin.”