Çend gotin li ser Taner Akçamê Nijadpereset
Ez wek lêkolînerekî û pêzanekî bi Çanda Kurdî, bi Toreya Kurdan û pênasê rewşa jiyana wan, dîdevan im û dibêjim ku rêzgiatina axayên Kurd li pêşber biyaniyan, bingeheke toreyî bû.
Zeynelabidin Zinar
Çend roj berê Medyaya Kurdî li ser nebûkariya kesekê bi navê ”Taner Akçam”ê Erdexanî hatibû xitimandin.
Tanerî gotiye: “Dema keçek Ermen dizewicî, şeva pêşîn diviya ku bi axayekî Kurd re raza. Ji ber hindê Ermenî şerê Kurdan kirine…”
Tê gotin ku Taner Akçam ji Tirkên Ahıskayê ye û komunîstekî derdemî herweha yek ji birêvebirên Dev-Yolê jî bûye.
Ev gotina Tanerî nebûkarî ye, derew e, ji rastiyê dûr e û xwestiye ku Kurdan bêrûmet bike.
Wî jî bihîztiye ku xişxişek heye, lê ew xişxiş li kurdê çêdibû, nizane û xistiye stuyê axayên Kurd.
Demekê ev gotin ji bo herdu kurên Sedam Huseynî dihate gotin.
Ez wek lêkolînerekî û pêzanekî bi Çanda Kurdî, bi Toreya Kurdan û pênasê rewşa jiyana wan, dîdevan im û dibêjim ku rêzgiatina axayên Kurd li pêşber biyaniyan, bingeheke toreyî bû.
Wek herêmên Bakûrê Kurdistanê, ez li gelek gundên Erzerom, Mûş, Bedlîs, Wan, Agirî, Sêrt, Mêrdîn, Amed û hin deverên dî geriyame. Herweha di meletiya bavê min de gelek kal û pîrên Kurd dihatin cem bavê min û serpêhatiyên xwe, rûdanên di navbera Kurd û Ermenan de, digotin.
Min bi xwe jî, hevpeyvîn bi kesên salxur ên temenê wan ji 80 heta 120 salî jî kiriye û dengê wan qeyd kiriye, axaftinên gelek ji wan nivîsiye û weşandiye. Min bi wan salxuran re bi taybetî li ser Ermenan pirs pirsîne û wan xweşhaliya xwe ji bo cîrantiya bi Ermenan re diyar kirine.
Bêguman li dinyayê kêm milet mîna Kurdan rêzmendiya ji bo namûsê, ragirtina şerefê, nîşandana camêrtî, durustmendî û bi bext û soz hene.
Rêzmendiyeke zêde ya ji bo jinan li cem Kurdan heye. Ez dîdevan im ku dema Kurdan şerê hev dikir, jin diketin navbera wan, pêre pêre ji hev dûr dibûn û radiwestiyan.
Li gelek gundên Kurdistanê, xasma li hin gundên ku di destên axeyan de bûn, sîstema mîretiyên Kurdistanê dihate domandin.
Li ba her axayekî Kurd, du-sê malên Ermen hebûn, xulamtî û rêncberiya axê dikirin. Axa jî ew xwedî dikirin û hem jî diparastin. Ji wan re digotin: Filehê Axê.
Kesî ji tirsa axayê gund newêribû gotineke bêrê ji ermenekî re bigota. Dema kesê zordarî li wan bikira, Axayê Kurd, ji bo ku yekê Kurdê Bisilman tade li Filehê wî kiriye, lê xistin û seza dida wî.
Mamekî bavê min bi navê Mele Hacî li gundê Başkoya Amedê, heşt malbatên Ermen di axur û kadîna xwe de sê meh veşartine û ew ji qetlîamê rizgar kirine. Jineke Ermen keçeke xwe ya 13 salî xwestiye ku bide kurê Mele Hacî jî, lê Melê qebûl nekiriye û gotiye ”Îro hûn di tengasiyê de ne, çênabe ku ez keça te li kurê xwe mehr bikim.”
Mamekî diya min, li Gundikê Qêre sê malbatên Ermen di mala xwe de veşartine û ew ji qetlîamê rizgar kirine. Du malbatan xwestine ku keçên xwe bidin lawên wî, lê wî qebûl nekiriye.
Di şexsiyeta Kurdan de, ji ber van hawayên toreyî, ew mefhûma ku ”bûk şeva ewilî ji axê re” tune:
. Axayên Kurd, bermaya Mîrektiyên Kurdistanê ne. Di sazûmana mîrektiyan de, mefhûma destdirêjiya li jina bi bêr tune bû.
. Axayê Kurd li xwe danayne ku navekî wisa xirab bîne ser xwe.
. Ji ber ku piraniya Axayên Kurd bisilman bûne, nêzîkbûna wan bi jinekê re bê MEHR çênedibû.
. Di toreya axatiyê de, kesê ku xwe diavêt mala axayekî, ew axa xwe li ser wî kesî bidana kuştin jî, nedihişt kes xisar bidew wî.
. Di sîstema axatiya Kurdan de, parastina mal û can û namûsa kesên ne Kurd, erkekî sereke bûye.
Demek berê di Medyayê de hate ragihandin ku Keça Sedamê kujerê Kurdan li Urdunê bo rojnamevanan gotiye:
”Ez çûm da xatir ji bavê xwe bixwazim ku birevim herim derva. Bavê min got: Neçe derva, here Kurdistanê, wê Kurd te biparêzin.
Min got: Te Kurd qetlîam kirin, eger ez bi destê wan bikevin, wê min bixwun. Bavê min got:
. Na, Kurd miletekî rêzmend e ji bo namûsê, xasma ji bo parastina jinan xwe didin kuştin jî…”
Taner Akçamê ku profesorî jî danê, tenê ji bo ku nijadperestiya tirkîtiyê xurt bike, gelek berhem jî nivîsîne û çend ji wan jî li ser Ermenan in, lê bi tu rengî behsa Kurdan nekiriye, ger kiribe jî, bi xirabî kiriye. Di nivîseke xwe de weha gotiye: ”Otonomiya ji bo kurdan, qetliamên girseyî dê bi xwe re bîne.”
Niha sal gehaye 2021ê.
Eger bi rastî eger rastiya ”şeva ewil bûk ji axayê Kurd re” hebûna, heta niha li Mwedyayê wê bi sedan car hatibûna ragîhandin.
Kurd ji nebûkariyên wisa re ne xam in.
Kijan qeleşorên bidestmiz dema ku li mala xwe zêvir dibe, pêşî disêwire ka ew çi nebûkarî li Kurdan bike. Taner Akçamê derewker jî, yek ji wan ne.
Stockholm 19/ 05/ 2021