Nivîsar

Kurd û Cûntayên Leşkerî – Êrîşên PKKê li du beşên Kurdistanê – Şerê Kurdan û Ereban…

Hîç şik tune ye ku statuya Bakûrê Kurdistanê ya kolonî li ser me kurdan zulmeke domdar û dîrokî u jenosîdî çêkiriye. Heta ku Kurdistan azad nebe, serbixwe nebe, Kurd li Kurdistanê desthilatdar nebin;kurd  ji vê zûlmê xelas nabin. Ev zûlma li Kurdistanê di sewiya makroyê de ye.

Îbrahîm GUÇLU

Rojeva me kurdan û Kurdistanê dîsa dagirtiye.

CÛNTAYÊ LEŞKERÎ LI TIRKIYEYÊ JI BO KURDAN XETERTİR E…

Li Tirkiyeyê her roj di derbarê cûntayên leşkerî de nûçeyek heye. Beriya vê demekê bi daxuyaniya serleşkerê Tırkiyeyê Îlker Başbug, beriya çend rojan jî bi belavoka 104 Emîralan û duho jî bi axevtina parlamenterekî CHPê Engîn Altay cuntaya leşkerî hat rojevê. Li ser cuntaya leşkerî minaqeşe bi xurtî dom dikin. Hîç şik tune ye ku cûntayên leşkerî Bakûrê Kurdistanê jî raste rast eleqeder dikin. Di vê mijarê de di nav siyasaetvanên Bakûrê Kurdistanê de nêrîneke şaş û xeter heye, ez dixwazin li ser wê nêrînê rawestim.

Gelek kurdperwer di wê nerînê de ne ku rejîma nîv-sivîl û rejîma leşkerî ji bona kurdan heman tişt e û di navbeyna wan herdu rejîman de ferqek nîne. Dibêjin ku “Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Dewleta Tirk de hatiye dagirkirin., Kurdistan bûye koloniya Tirkan. Hemû mafên kurdan hatine qedexe kirin. Girîngtir mijar jî ew e hîn neteweya kurd ji aliyê hiqûqî û makezagonê de naye nas kirin. Ji vê mezintir zulûm nabe. Loma di nmavbetyna herdu rejîman de ferqeke tune ye”.

Hîç şik tune ye ku ev nêrîna rast e. Her kurdperwerek û her kurdek vê nêrînê parve dike û diparêze.

Lê piştî vê nêrînê, nêrînên di derbarê cûntaya leşkerî ya li Kurdistanê de  pirsgirêk û şaşiyek heye. Tê gotin ku “sîstema dagirkerî û kolonyalîst zûlmeke domdar li Kurdistanê çêkiriye. Loma dema cûntaya leşkerî be jî ferqek nake.”

Gorî baweriya min ev nêrîna şaş e û nêrîneke gelek wasat e û ceribandina jiyana kurdan jî vê rast diyar nake.

Hîç şik tune ye ku statuya Bakûrê Kurdistanê ya kolonî li ser me kurdan zulmeke domdar û dîrokî u jenosîdî çêkiriye. Heta ku Kurdistan azad nebe, serbixwe nebe, Kurd li Kurdistanê desthilatdar nebin;kurd  ji vê zûlmê xelas nabin. Ev zûlma li Kurdistanê di sewiya makroyê de ye.

Lê cûntayên leşkerî li Kurdistanê li zûlma makroyî ya heyî,  zûlma mîkro jî zêde dike. Her kurdek di dema cûntayên leşkerî de raste rast dibe armanc. Zûlma li Kurdistanê du qat dibe û zêde dibe.

Dema li ceribandina cûntaya leşkerî yên li Tirkiyeyê (Cûntaya 27ê Gulana 1960î, Cuntaya 12ê Aadfara 1971ê, Cûntaya 12 Îlona 1980yî) çav bên derbas kirin, sepêhatiyên kurdan yên wan deman ji çav bê derbas kirin, ev rastiya bi awayekî tazî derdikeve holê.

PKK LI BAŞÛRÊ Û BAKÛRÊ KURDISTANÊ ÊRÎŞ Û XIRABIYÊN XWE DIDOMÎNE…

Ji aliyê din ve jî, li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bûyerên gelek girîng diqewimin. Bi taybetî jî PKKê li Başuê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê êrişên xwe dom dike.

**Li Rojavayê Kurdistanê demeke dirêj e ku ji çîroka yekîtiyê tê qal kirin. Bi taybetî jî dema ku ji bona yekîtiya kurdên rojava, Emerîka û Fransa bû navbeynçî, wê demê kurd zêdetir hêvîdar bûn. Wê demê kurdperweran gotin û hîn jî dibêjin ku “li Rojavayê Kurdistanê dê yekîtiyek ava bibe.”

Lê demekî dirêj e ku li Rojavayê Kurdistanê yekîtiyeke kurdî pêk nehat. Ez di despêkê de di wê nerînê de bûm ku li Rojavayê Kurdistanê yekîtî çê nabe. Lewra PKK/PYD rêxistina neteweya kurd û Kurdistanê nîne ku yekîtiya kurdan ava bike.

PKK/PYDê ji bona ku zirar bidin kurdan, siyaseta dewletên kolonyalîst yên tunekirina kurdan bibe wekîl û taşeron hatiye ava kirin. Ceribandina Bakurê Kurrdistanê û Rojavayê Kurdistanê, Başûrê û Rojhelata Kurdistanê jî vê yekê nîşan dide.

Loma jî PKK/PYDê li Rojavayê Kurdistanê jî yekîtiya kurdan naxwaze. Bes ji bona berjewendiya xwe ya grûbî û dewletên li pişt wê, ji bona sînora desthilatdariya xwe ya faşîst fireh bike, bes bi peyv dibêje ku ez yekîtiya kurdan dixwazim.

Li Rojava Kurdistanê dema ku ev mijara bê şirove kirin, tê dîtin ku Xelîl Ardûr ji ENKSê re dijminitî dike û pêşmergeyên Roj xaîn îlan dike. Berpirsê wan yê yekem jî dibêje ku “ez dixwazim ku pêşmergeyên Roj jî bên Kurdistanê.” Lê pişt deriya jî ji bona ev yeka pêk nayê siyaset û çalakî tê meşandin.

Bi gotina din PKK/PYDê senaryoya “polîsê baş û polîsê xirab” dilîze.

PKK/PYDê, piştî ku xebata yekîtiyê destpêkir jî, li Rojavayê Kurdistanê dîsa pêşiya xebata partiyên Kurdistanê û ENKSê girt û berpirsiyar û endamên partiyan hepis kir, li wan êşkence kir û dike.

Beriya çend rojan jî Ofîsa ENKSê ji aliyê PKK/PDê ve hat şewitandin.

Hemwelatiyên kurd bi azadî nikarine tevbigerin. Kiryarên PKK/PDYê yên li dijî gel nikarin rexne bikin. Ew kesên rexnegir û rewşenbîr tên girtin û tên kûştin.

**Li Başûrê Kurdistanê xirabî û êrişên PKKê piralî didomîne. Di derbarê statuya wan ya li Başûrtê Kurdistanê min gelek tişt nivîsand. Di encamê de ez dizanim ku PKKê li Başûrê Kurdistanê rêxistineke biyanî, terorîst, dagirker, taşerona dewleta Îranê ne. PK, li bŞaurê Kurdistanê statuya xwe neguherandiye.

Ez nûha di vê mijarê de peyvê Didim wezîrê navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed.

Birêz Rêber Ehmed  dibêje ku “Tevgerên PKKê zirarê digihînin hemwelatiyên me û pêwîst e ev partî nebe sedema pirsgirêkan bo Herêma Kurdistanê.”

Derbarê vê mijarê de Rêber Ehmed daxwaz ji Tirkiyê û PKKê kir ku, pirsgirêkên xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bikin, ji ber ku ew operasyonên li wir tên kirin, ziyanê digihîne jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê.

Lê divê baş bê zanîn ku sedema operasyonên Dewleta Tirk PKKê ye. Divê Hikûmeta Kurdistanê wek gelek caran bi nivîs û bi hevdîtinan hatiye pêşniyar kirin, divê pirsa PKKê ya terorîst çareser bike. Berpirsiyariya xwe li hemberî miletê me bi cîh bîne.

PKKê bi hêzên Îranî û Haşdî Şabî ve Şengal îşgal kiriye. Li gelê Şengalê zûlmê dikin. Nahêlin şengalî werin li bajarê xwe cîwar bibin.

Birêz Ehmed di mijara Şengalê de jî qis dike û dibêje ku “Rêkevtina Şengalê heya niha nehatiye cîbicîkirin. Ti pêşveçûnek di mijara rêkeftina Şengalê de çênebûye, me ti pêngaveke erênî ji bo cîbicîkirina rêkeftinê nedîtiye û mixabin hêj her heman hêz li Şingalê mane. Em daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê, tevahiya aliyan û Netewên Yekbûyî dikin ku bi armanca cîbicîkirina rêkeftinê, hevkarî û hevahengiyê li gel Herêma Kurdistanê bikin.”

Di mijara Şengalê de nêrînên Fermanderê Pêşmergeyan girîng e. Ew jî dibêje ku  ‘’ Çekdarên PKKê jin û zarokên êzdî kom kirine û ew birine ser rêya artêşa Iraqê li çiyayê Şingalê ji bo rê li ber çûna artêşa Iraqê bigire û wan weke mertala mirovî bikartîne. ‘’

‘’PKK weke hertim xelkê êzdî ji bo nêta xwe ya xirab bikartîne û niha jî xelkê Şingalê bikartîne û rêgiriyê ji bo çûna artêşa Iraqê li nava Şingalê durist dike. Mumkune artêşa Iraqê ji bo çend saetan mohlet dabe PKKê ji bo ji Şingalê û sîba Şêx Xidir derkeve.

Hikûmeta Iraqê “çendîn care Iraqê mohlet daye PKKê ku ligor rêkeftina Şingalê ji Şingalê derkeve. Lêbelê heta niha ji Şingalê derneketiye û mumkîne rêkeftineke nehênî di navbera wan de hebe. Herwiha heta niha Heşdî Şabî piştevaniyê li mayîna PKKê li Şingalê dike.”(Basnews)

ŞERÊ KURD Û EREBAN TÊ ORGANÎZE KIRIN…

Li Rojavayê Kurdistanê li Qamişliyê di navbeyna hêzên çekdar û yên ku taşeronên dewletên herêmê û emperyalîst in, şer heye. Şiroveker diyar dikin ku ev şer dur nîne ku bibe şerê ereban û kurdan.

Divê baş bê zanîn ku şerê kurdan û erebana dê di rojên pêş  de bi awayekî xeter bikeve nav jiyana me. Lewra ji destpêka Şerê Hûndir (navxwe) yê Sûriyeyê, ew şerê navxwe ya Kurdan, Şerê Kurdan û Ereban hat amade kirin.

Sûriyeyê dema li Rojavayê Kurdistanê desthilatdariya xwe bi PKK/PYDê parve kir; ev yeka amade kir. Di nav wextê de PKK/PYDê li hemberî kurdên siyasî yên aşîtîxwaz û bêçek şer domand. Di hemandem de ew şera li hemberî erebên mixalîf û yên dixwestin ku Rejîma Baasê biguherînin domandin.

Bi taybetî jî piştî demekê İranê, Rûsyayê, Rejîma Sûriyeyê ev plan û projeya pêşve bir, rewşeke xetertir derket. Di dawî de Emerîka bû sedem ku bi destê PKK/PYDê bajarên ereban dagir bibin.

Wê demê min diyar kir ku di pêşerojan de şerê Kurd û Ereban dê bê rojevê.

Nûha jî ji bona vî şerî  îşaret û nîşan derdikevin holê. Ew şera ji bona kurdan dibe keresateke mezin.

Divê pêşiya vî şerî bê girtin.

Diyarbekîr, 22. 04. 2021

Back to top button