Yekem efserê Pêşmerge xwandina bilind a hêzên deryayî temam kir
Efserekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê qonaxa Scholl a xwandina bilind li hêzên deryayî yê Amerîkayê temam kir û bû yekem efserê Pêşmerge ku ew qonaxa xwandina leşkerî dawîanî.
Roja 15.04.2021ê rûpela konsolxaneya Amerîkayê li Hewlêrê di tora xwe ya civakî facebookê de pîrozbahî li Muqedem Husên Mehdî Xurşîd kir ku ‘’Wek yekem efserê Pêşmerge ye li Scholl xwandina bilind a hêza deryayî ya Amerîkayê li Monere li eyaleta California ya Amerîkayê xwendina xwe di pileyeke bilind de temam kiriye.’’
Konsolxaneya Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir ku xwendin di wê navenda leşkerî ya bilind de giringe bo piştrastbûna ku Pêşmerge û hêzên leşkerî û ewlehiyê yên din dibin xwedî ezmûna pêwîst bo tekoşîna pêşhateyên leşkerî yên hemdem
Konsolxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li muqadem Husên kir û amaje bi wê yekê jî kir ku ‘’Ew bi serbilindî nûnertiya Pêşmerge û herêma Kurdistanê dike.’’