Li gora nûçeya Rûdawê, du rayedarên pilebilind ên PYDê û PDK-Sê ji Rûdawê re ragihandin, ku li ser vexwandineke fermî dê şandeke mezin a Rojavayê Kurdistanê di demên pêş de serdana Fransayê bike. Herdu aliyan tekez kirin, ku roleke giring a Nêçîrvan Barzanî di vexwandina şanda Rojava bo Fransayê de heye.
Ebdulkerîm Mihemed, Endamê Polîtbîroya PDK-Sê ku beşek ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye, îro ji Rûdawê re aşkere kir ku Serokatiya Fransayê şandeke ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji bo seredana Parîsê vexwendiye
Ebdulkerîm Mihemed di bernameya “Çavê Sêyem” a Radyoya Rûdawê re ku ji aliyê Hisên Omer ve tê pêşkêşkirin, ragihand ku ew vexwendin ji aliyê koşka Elyseeyê ve hatiye û pir girîng e.
Endamê Polîtbîroya PDK-Sê diyar kir ku ev vexwendin nîşana guhdana Fransayê bi Rojavayê Kurdistanê ye û got, roleke girîng a Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di vexwandina şanda ji Rojava bo Fransayê de heye.
Ebdulkerîm Mihemed vexwandina şandeke siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Fransa ve weke “naskirineke siyasî” ya xelk û rêveberiya herêmê bi nav kir û got: “Niha vexwandinek ji mekteba serokatiya Fransayê hatiye, jibo pêkhateyên wê deverê, bi Kurdên wê, erebên wê, suryanê wê, ji xelkên wê tev re. Dema em îro lê dinêrin, dema vexwandinek ji siyasiyan re tê di vê dema niha de, îtirafeke siyasî ye bi xelkê wê deverê, girngiya wê gelek heye, ne weke çekdarekî, leşkerekî yekî bixwaze cem xwe.”
Wî rayedarê PDK-Sê behsa rola Fransayê li Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, Fransayê roleke berçav, giring û erênî di rewşa navçeyê de hebûye û heye.
Berdevka PYDê Sema Bekdaş: Fransa dixwaze rolek bêtir li Rojava bilîze
Berdevka PYDê Sema Bekdaş jî ku endama şanda PYNKê ji bo danûstandinên ligel ENKSê jî ye, piştrast kir ku şandek ji Rojavayê Kurdistanê dê serdana Fransayê bike û diyar kir ku ew şand ji Kurdan û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.
Sema Bekdaş ji bernameya “Çavê Sêyem” a Radyoya Rûdawê re got: “Li gor agahiyên me dê şandek ji Bakur Rojhilatê Sûriyê serdana Fransayê bike, bê guman dê gelek kes têde bin, dê ne tenê jibo Kurdan be, Ereb jî dê cihê xwe têde bin, herwisa Suryan jî. Hêj hûrgiliyên wê em nizanin lê tê gotin ku şandeyek ji Bakur Rojhilatê Sûriyê serdana Fransayê bike.”
Bekdaş amaje bi rol û helwestên Fransayê li hember Kurdan jî kir û diyar kir, Fransayê bi awayekê berdewam piştgiriya danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Derbarê sedemên vexwandina wê şanda ji Rojava bo Fransayê de jî Berdevka PYDê destnîşan kir, Fransa dixwaze rola xwe li navçeya Rojhilata Navîn bi awayekê bihêztir bilîze û tekez kir: “Piştî derketina Brîtanya li Yekîtiya Ewropa, a niha Fransa bêtir li pêş e û roleke xwe ya ciddî li Bakur Rojhilatê Sûriyê bilîze û helwêsta wan jî piştî serdana birêz Nêçîrvan Barzanî û şandina nûnerên xwe bo vir, vê mebestê nîşan didin ku piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin û hewl didin meseleya yekîtiya netewî (ya kurdan) jî bisebikeve.”