PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Şandeke bilind a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihişte Bexdayê.

Biryar e îro piştî nîvro, şanda bilind a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, li gel Serokomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentoyê û hejmareke serkirdeyên aliyên siyasî yên Iraqê bicive.

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê peywendî bi serdana berî niha ya bo Parîsê heye ku Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron civiyabû.

Li gor zanyariyên Rûdawê demjimêr 14.00, Serokê Herêma Kurdistanê dê yekem civîna xwe li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, paşê dê li gel Serokomar Berhem Salih û piştî wê dê li gel berpirsên aliyên siyasî yên Iraqê kom bibe.

Jibilî civînên li gel Serokomar û Serokwezîr, Nêçîrvan Barzanî dê li gel Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî bicive.

Di van civînan de Serokê Herêma Kurdistanê dê peyama Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi serok û serkirdeyên aliyên siyasî bigihîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî niha di konferanseke rojnamevanî de li Parîsê ragihandibû ku ew dê serdana Bexdayê bike û naveroka wan mijarên li gel Macron behs li ser kirine, li gêl Serokwezîr, Serokomar û aliyên siyasî yên Iraqê gotûbêj bike.

Budce û mûçe ya Herêma Kurdistanê, yek ji mijarên civînên Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdeyên Iraqê dibe derbarê danîna mekanîzmeyekê bo çawaniya cîbicîkirina rê û rêbaz û pabendbûna herdu aliyan li beramber hev.

Herwiha mijara hilbijartinên pêşwext li Iraqê, pirsa deverên nakok û asayîkirina rewşa wan deveran jî ji mijarên civînên îro ne ku Serokê Herêma Kurdistanê û serkirde û aliyên Iraqî dê gotûbêjê li ser bikin.

Back to top button