PolîtîkRojev

Serokwezîrê Iraqê ji bo milisên Şîe bala Îranê kişand

Serokwezîrê Iraqê peyamekî tund derbarê milîsên Heşdî Şeibî de bo Îranê şand.

Malpera Sky News bi zimanê du berpirsên Iraqê ve belav kir ku serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz ji rêveberên Îranê kiriye ku wan milîsên Heşdî Şeibî yên nêzîkî xwe rabigre.’’

Wan du berpirsên Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku Mistefa Kazimî gefa aşkera kirina wan aliyan xwariye ku piştevaniya wan milîsan dike.

Aşkera bûna wê peyama serokwezîrê Iraqê bo rêveberên Îranê hevdeme li gel rêveçûna gereke din a guftûgoyên stratejîk ên Amerîka û Iraqê.

Herwekî Sky Newsê belav kiriye, aşkera nebûye ku Mistefa Kazimî peyam bo kî şandiye, lê ew peyam yek ji sedemê serdana vê heftiyê ya fermandarê hêza Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî ya Bexdayê bûye.

Back to top button