CîhanRojev

Serokê Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Fransa civiyan

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Parîs li gel birêz Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransayê civiyan.

Li kombûnê da pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Fransa, rewşa Iraq, Herêma Kurdistan û navçeyê, hilbijartin û proseya siyasiya li Iraqê, metirsiyên terorê û serhildana Da’îş, erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û rewşa pêkhatan û koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser daxwaza du aliyane ya pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Fransa kirin û berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî Da’îş û hevkarî û yarmetîdana Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorê bi pêwîst zanîn.

Behskirina alîkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê û piştgîriya Fransa û civaka navdewletî ya ji bo çareserkirina kêşeyan û karkirina bi navê aramiya Iraq û navçeyê, mijarên dinên vê civînê bûn.

Back to top button