Kanala fermiya dewleta Îranê Press TV li ser Facebookê bi zimanê Ingilîzî weşan dikira. Fecebookê niha weşana vê kanala fermî ya Îrani rawestand. Berpirsên Press TVê dibêjin ku, Facebokkê qet bala me nekişand û di cih de girtin û dibêjin ku em dê vê biryarê piştre berçavre derbas dikin û lê ev biryara me nayê guhertin.
Berpirsên televizyona Îranê dibêjin ku, ev helwest li dijê azadiya medyayê ye. Tê zanin ku hesabên Press TV ên YouTube û Gmailê jî gelek cara hatine girtin û heta niha jî mirov nikare bikeve di hesabên wan de.