Tirkiye di warî şeredariyê de arikariya hinek bajarên wek Musil û Kerkukê dike. Tirkiye 9 weseyetên ku pakijiyê dikin wek arikarî da bajarê Musil û Kerkukê. Konsiolusê Tirkiye û waliyê Musilê ji bo teslimkirina van wesayetan hatin ba hev û protokolek îmze kirin.
Konsolusê Tirkiye li Musilê da xûyakirin ku ew dixwazin Musil pêş bikeve û cardin bibe nawendek a bazirganiyê. Tê zanîn ku di bingehê siyaseta Tirkiye di derbarê Iraqê de ewe ku, hemû hewladana dike da ku Kurdistanê di pirsên bazirganî de bay pass bike û raste rast li gel Iraqê danustandinê bike.