PolîtîkRojev

Şerê Tirkiyê û Îranê li ser Şingalê

Vî şerê Tirkiyê û Îranê berpirsên Îraqê jî dilgiran kirin û ji her du welatan xwest ke nakokiyên xwe ji ser axa Îraqê dûr bixin.

Pîştî ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihandibû PKK li Îranê heye, Îran Balyozê Tirkiyê yê Tehranê Derya Ors bangî Wezareta Derve kir.

Li aliyê din ji ber hepyevîna Balyozê Îranê yê Bexdayê Mescîdî ku dabû Rûdawê, Balyozê Îranê yê Enqerê Mihemed Ferezmend,  bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hatibû bang kirin.

Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî di hevpeyvîna xwe da ji  Rûdawê ra got ku, pirsa Şingalê çi pêwendî bi Tirkiyê ve nîne, ev pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê îraqî bi xwe pirsê  çareser bikin. pirsa Şingalê  pêwendî bi Herêma Kurdistanê ve heye, pêwendî bi Şingalê bi xwe ve heye, pêwendî bi hikûmeta navendî ve heye, lê  pêwendiya wê bi Tirkiyê re nîne ku gefan dike yan jî biryarê li ser vê babetê bide. “Eger weha be, em her gefekê ji aliyê Tirkiyê yan jî aliyên din ve red dikin”.

Mescîdî  got: “Em destwerdana serbazî li nava Iraqê red dikin û nabe hêzên Tirkiyê bi çi awayekî bibin gef li ser axa Iraqê yan jî dagîr bikin. |Divê hêzên îraqî bi xwe asayîşê peyda bikin, Hêzên Herêma Kurdistanê li navçeyên xwe asayîşê biparêzin û asayîş li navçeyê bê cêgîrkirin. Em vê yekê rast nabînin ku Tirkiyê yan jî her welatekî din li Îraqê destwerdana serbazî bike, yan jî pêşveçûneke serbazî encam bide, yan jî hebûna wê ya serbazî hebe. Min di bersiva pirseke pêş de jî got, divê Tirkiyê vegere ser hêl û sînorên xwe yê navdewletî û li wir cêgîr bibin û asayîşa Îraqê ji aliyê îraqiyan bi xwe ve bê peydakirin.”

Vî şerê Tirkiyê û Îranê berpirsên Îraqê jî dilgiran kirin û ji her du welatan xwest ke nakokiyên xwe ji ser axa Îraqê dûr bixin

Back to top button