PolîtîkRojev

Ez ji Kurdistaniyan daxwaz dikim ku aram bin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Bazranî di derbarê êrîşên fûzeyan li Hewlêrê da xûyakirin ku, “Hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê, êrîşên mûşekî yên îşev ên li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi tundî şermezar kir û got: “Ez ji Kurdistaniyan daxwaz dikim ku aram bin.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Hêzên meyên ewlehiyê dest bi lêkolînên berfireh kirine û ez ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di pêwendiyê de me ji bo hemahengiya pêwîst bo dîtina encamderên vê kiryara terorîstî.”

Back to top button