CîhanRojev

Trump dikare şerek Atomî derêxe!

Li Amerikayê krîz a hewldana kutayî ya alîgirên Trump berdewam e.Seroka Meclisa Nûneran Pelosî li gora desturê maddeya 25ê dixwaze Trump ji erka wî bê dûrxistin.Di vê derbarê de Pelosî nameyek ji endamên Meclisa Nûneran re rêkiriye.

Pelosî da xûyakirin ku, ew di senatoyê de serokê fraksiyona Demokrata Chuck Schumer û cigirê Trump Mike Pence re jî axiviye û ji wan xwestiye di hukumetê de zemînê dûrxistina Trump ji kar bê amade kirin.

Pelosî di nameya xwe de dibêje, kodên karanina çekên Nûkleer di destê Trump de ne.Herweha pelosi dibêje: Min li gel serokerkanê Amerikayê Mark Milley pêwendi danî û em di derbarê rewşa Trump de axivîn, me hemû tedbirên ku kesayetek wek Trump nikaribe kodên çekên nûkler bi karbîne û bibe sedemê şerek atomî standin.Gerek em gelê Amerikayê ji xezeba Trump biparêzin.

Wek tê zanin dê Trump 20.01.2021ê serokatiyê radestî Biden bike û biden di haman rojê de sund bixwe û bibe serokê Amerikayê. Lê hewldanek cidî heye ku Trump ji berî vê rojê ji karê wî bê dûrxistin.

Back to top button