Di derbarê naveroka civatê de, endamê hevrêziya giştî û berpirsiyarê rêxistina hevrêziya herêma Kurdistanê ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya, Dr.Ebdulwehab Ehmed dibêje: ” Wek tê zanîn ji ber belavbûna nexweşiya veyrûsa korona civatên me bi awayekî berfire ne hatine li darxistin. Em dikarin bêjin ev civata yekemîn e ya Hevrêziya herêma Kurdistanê ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna hevrêzê giştî yê TÇKSê mamoste Fêsel Yûsif li darxistin û li ser lîsta kar rawestiyan bi rêkûpêk”.
Berdewamiya axavtina xwe de Ehmed got: “Hevrêzê giştî yê tevgerê mamoste Fêsel Yûsif li ser rewşa siyasî rawestiya , Di derbarê wê de,rewşa Sûriya û herêmê bi giştî û bi taybet li ser rewşa Kurdî rawestiya û mijarên giring yên siyasî gengeşe kir û bi awayekî berfire li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de şirovekir. Û li ser karê komîta destûrî jî rawestiya,herwiha li ser rewşa Sûriya û herêmê ya niha rawestiya.
Hemû mijarên hatin şirovekirin ji aliyê hevrêzê giştî, hemû beşdarbûyan nerînên xwe bi awayekî berpirsiyarî li gorî nerîn û helwesta tevgerê û ENKSê li ser wan mijaran dan xuyakirin. Civatê bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşe kirin, bi taybet pîştî belavkirin nexweşiya veyrûsa korona kar rawestiya bû, Ji ber ku Pabendbûn bi biryarên tenduristiyê dibûn yên ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistana başûr ve, derdiket. Di der barê wê de, civatê hin biryayar û pêşînyar jî sitandin, di derbarê rewşa rêxistinî de,ji bo pêşketina kar li gorî helwest û cihê tevgera me li ser qada siyasî ya niştîmanî û kurdî ”.