CîhanRojev

Îdia: Trump hewldaye ku midaxeleyê encama hilbijartinên serokatiyê bike!

 Tê îdia kirin ku serokê Amerikayê Donald Trump hewldan kirine ku encama hilbijartinên serokatiyê ji bo xwe biguherê. Di vê derbarê de Trump bi rêya telefonê daxwazî ji sekreterê eyaleta Georgia Brad Raffensperger kiriye ku midaxeleyê encama denga bike. Axavtina telefona Trump û Raffensperger nêzikî demjimêrekî berdewam kiriye û rojnemeya Washington Post hurgûliyên vê axavtinê eşkere kiriye.

Trump îdidia kirîbû ku , ew di hilbijartinên Georgia de serketiye. Trump di telefonê de ji Raffensperger re gotiye: Dengên me ji destve anî dive bighe 11.780 î. Ji ber ku ev eyalet me kar kiriye….

Biden li Georgia 11.779 deng destve anîbûn li vê eyaletê serkeftîbû. Li ser vê yekê Trump dibêje ku, dema min hilbijartin winda kir ez gelek aciz bûm.Ev jî mafê min e ku ez bixwazim deng ji nûve bêne hijmartin.

Trump di Twitterê de jî daxûyaniyek ragihand û dibêje:Di derbarê sekreterê eyaletê yê ji partiya Komariye tu fikrek min tuneye ku hile kiriye.

Li himber vê yekê sekreterê eyaleta Georgia Raffensperger jî dibêje: Birêz serok li gel hemû rêzgirtinê,tişta ku hun dibêjin ne rast e, dê rastî derkeve holê.

Back to top button