Diyaloga Kurdî-Kurdî û siberoja miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û dabînkirina mafê Kurdan li Sûriyê, rojeva xelkê Kurdistanê ye û çavên wan jî li aliyên siyasî ye, bi taybetî Diyaloga Kurdî-Kurdî ya ku vê dawiyê destpê kiribû.
Hevserokê Partiya PYDê Enwer Muslim ragihand, ku armanca şewitandina ofîsên partiyên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ew bû, danûstandinên wan rawestin û neçin serî û got, lewma divê ew berpirsyarane kar bikin.
Enwer Muslim Herweha da zanîn, danûstandin niha rawestiyane, ji ber ku şanda Amerîkî ji ber hilbijartinan vegeriyaye û di demeke nêzîk de dê careke din destpê bike.
Muslim herwiha diyar kir ku diyalog ji bo Kurdan girîng e, lewma hewldanên wan dê hebin, êdî eger nûnerên Amerîka ne amade bin, em dê bi rêya Hêzên Sûriyeya Demokratîk hewldanên xwe bikin, yan jî bi awayekî yekser dê dest bi van diyalogan bikin.
Li ser mijara Diyaloga Kurdî-Kurdî û hin pirsên din bejêrê Rûdawê Imer Kalo hevpeyvîneke taybet li Qamişlo, ligel Enwer Muslim pêk anî.
Imer Kalo: We qonaxeke dirêj di diyalogê de derbas kir, we gelek tişt çareser kirin, bi taybetî, di warê siyasî de, we nerîneke hevbeş afirand, niha jî Amerîkî bi xwe mijûl in, veguhastina desthilatê li Amerîkayê heye, Serê Salê ne li vir in, diçin û tên, ango ev dema ku we derbas kiriye, hûn negihiştin wê astê ku hûn xwe bi xwe diyaloga xwe berdewam bikin, hûn li benda Amerîkayê mane?
Enwer Muslim: Helbet em dikarin derbas bikin û bi hev re diyalogan berdewam bikin, lê ji destpêkê ve, dema diyalog hate çêkirin, li ser bingeha ku ev diyalog di navbera nûnerê Amerîka û Hêzên Sûriyeya Demokraîtk de bû. Me qonaxeke girîng di asta yekem û ya duyem de derbas kir, ya sêyem jî, ji ber ku hinek hilbijartin û guhertin dihatin çêkirin, di asta Koalisyon û Amerîkayê de bi taybetî, ji ber wê yekê, di demên pêş de, nûnerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk yan jî yên Amerîkayê, eger daxwaz bike, em ê amade bin, lê tevî wê, hewldanên me wê hebin, ku di demên pêş de em destpê bikin.
Di bala we de plan heye ku Amerîkî bi xwe mijûl bin, hûn dê hewl bidin bi hinek aliyên din re pêwendiyê bikin ji bo hûn diyalogê berdewam bikin. Tiştekî wiha li cem we heye?
Ji ber ku diyalog ji bo me û tevaya xelkên me ye, lewma hewldanên me dê hebin, êdî eger nûnerên Amerîka ne amade bin, em dê bi rêya Hêzên Sûriyeya Demokratîk hewldanên xwe bikin, yan jî bi awayekî yekser em ê dest bi van diyalogan bikin.
Ev çend sal derbas bûn, li Rojavayê Kurdistanê Kurd ne li ser hev bûn, aliyên siyasî ne li ser hev bûn, di vê demê de, girîngiya vê diyalogê çi ye? Baweriya we pê çi ye, ango hûn dixwazin çi nameyê bidin navxweya Sûriyê û li ser asta herêmî û navdewletî, hûn dixwazin bi rêya vê diyalogê çi bibêjin û çi nameyê bigihînin?
Niha her kes dizane ku li Rojhilata Navîn, lawazî gelek heye, çi li Sûriyê, çi li Iraqê, çi li Misrê, çi li Libnanê, lewma pêwsît e em xweşik bikaribin vê rewşê şirove bikin, pêwîstî heye ku ev diyalog here serî, ji ber ku gelê Kurd li Rojava gelek êş dîtin, piştî Efrîn hate dagîrkirin, Serê Kaniyê û Girê Spî, gelek koçberî çê bû, gelek gef hîn li ser herêmê hene, pêwîst e ev diyalog here serî, eger ev diyalog jî here serî, helbet encamên wê yên erênî wê hebin, ji bo pêkhateyên din jî, çi ku eger mala Kurdî çiqasî ne li ser hev be, ewqasî wê ziyanê bigihîne pêkhateyên din li Sûriyê. Eger Sûriye gihişte demokrasiyekê hemû beş tê de beşdar bibin û mala Kurdî yan jî helwestên lêvegera Kurdî tê de cihê xwe girt, ew jî wê bandorê li derdorê li cîranan û li hundirê herêmê bike.
Vê dawiyê hinek bûyerên nû çê bûn, ofîsên ENKSê hatin şewitandin, dixwazim ji te bipirsim, van bûyeran çi bandor li ser diyalogê kir, gelo bandoreke nerênî li ser nake?
Helbet armancek ji wê şewitandinê hebû, şewitandinên ofîsên hinek partiyên ENKSê, herwiha hinek ofîsên hinek partiyên PYNKê jî hatin şewitandin. Ev yek gelekî girîng e, helbet nameyek ji van şewitandinan heye, ew name jî ew e ku bila ev diyalog neçin serî, ji bo vê yekê divê em bi berpirsiyarî nêzîkî wê bibin, ango eger armanca van şewitandinan tevlihevkirina diyalogê bû, pêwsît e em jî wiha bikin ku ev diyalog biser bikevin, çiqasî dereng bikeve û çiqsî bimîne wê bandoreke nerênî li ser rewşê bi giştî bike û gel wê ziyanê bibîne, herwiha partiyên siyasî jî wê ziyanê bibînin.
Hin caran li ser ragihandinê tê gotin ku hinek alî dibêjin, ev kesên bi van karan radibin, şewitandinê dikin, rêxistinên nêzîkî we ne, yan hinek grûpên nêzîkî PYDê ne. Rastiya vê çi ye û bersiva we li ser vê yekê çi ye?
Mixabin, gelek gotin têne kirin, Rêveberiya Xweser jî daxuyanî da, ku ji bo kesên ev kar kiriye şopandin û lêkolîn wê bêne kirin. Ji aliyê partiyên PYNKê ve, ji aliyê me ve, me ev yek şermezar kir, lê avêtina tometan, yan jî bêbextiyan bikin, gelekî hêsan e, lê divê em bêhtir hay jê hebin, ji ber ku berjewendiya kesekî tê de nîne. Berjewendiya kê tê de heye, ku ev diyalog xirab bibin? Dijminên gelê Kurd, yên ku naxwazin di armanca van diyalogan de gihiştineke hevgirtinê çê bibe, lewma berî ku ev bêbextî bêne avêtin, bê naskirin ka armanca kê tê de heye, kîjan alî ziyanê dibîne, aniha li herêmên me ev tişt şewitîn helbet asayiş wê lêkolînê bike, em partiyên PYNKê vî tiştî şermezar dikin, û ew tişt ne rast in, lewm jî çiqasî em bikaribin gavinan ber bi diyalog û danûstandinên Kurdî ve bavêjin û lezê bikin ewqasî em ê rê li ber van tişt û şewitandinên ku çê dibin yan jî tevliheviyên ku di paşerojê de bibin, bigirin.
Tu dibêjî ev yek ne ji berjewendiya we û ne ji berjewendiya ENKSê ye, ne jî ji berjewendiya gelê Kurd e?!
Belê, dikeve berjewendiyên dijminên gelê Kurd.
Li aliyekî din, tê gotin ku Kurdên Sûriyê, ne tenê ev partî yan ew partî, lê belê tê gotin ku Kurdên Sûriyê ne xwediyên biryara xwe ne, Kurdên Sûriyê negihiştine wê astê ku biryarên xwe bisitînin, di hundirê Sûriyê de û di danûstandinên navxwe de, herwiha di navxweya Sûriyê de, ne xwedî biryar in. Rast e yan ne rast e, bi nerîna we?
Dibe ku ev yek zêderûyî û mubalexe tê de hebe. Kurdên Sûriyê dikarîbûn gavine mezin bavêjin, partiyên siyasî dikarîbûn li jêr sîwanan cihê xwe bigirin. Niha li jêr sîwana PYNKê 25 partî hene, herwiha li jêr sîwana Encûmena Niştimanî ya Kurdî jî, herwiha li jêr sîwanên derveyî wan. Biryara ku tê sitandin, ji hundirê Rojava tê sitandin, berjewendiya Rojava çi dixwaze, di hundirê Qamişlo de tê girtin, ji ber wê yekê, gotinên ku dibin, li ser kîjan aliyî dibe, em nizanin, lê ji aliyê me ve, ji aliyê PYNKê ve, biryara ku tê sitandin ji hundirê Qamişlo tê derketin û berjewendiyên gelê Kurd bingeh têne girtin.
Çi bandora aliyên Kurdistanî li ser aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê heye? Gelo di wê astê de ne, ji bo piştgiriyê, yan ew jî dixwazin berjewendiyên xwe di nav re derbas bikin? Tê gotin ku sedemên nelihevhatinê aliyên Kurdistanî ne, parçeyên din ên Kurdistanê, kêşeyên xwe tînin nav Rojavayê Kurdistanê.
Pêwendiyên Rojava bi hemû partiyên Kurdistanê re hene, ev rastiyek e em nikarin jê dûr bikevin. Partiyên Kurdistanî, helwesta wan bêhtir ew bû ku ew piştgir bûn ji diyaloga Kurdî-Kurdî re. Dixwestin ku biser bikevin, daxuyanî ku derdiketin, çi ji Bakur, çi ji Başûr be, derdiketin ku ew li kêleka xelkên Rojava ne, li kêleka diyaloga Kurdî-Kurdî ne, ji ber wê jî, em weke partiya PYD, di nav PYNKê de pêwendiyên me yên Kurdistanî hene, lê ev nayê wê wateyê ku partiyên Kurdistanî wê destêwerdanê bikin û nehîlin ev hevdîtin bê çêkirin yan jî encmê bigire, lewma ev diyalog bi piştgiriya partiyên Kurdistanî ne, em jî li ser milê me dikeve, weke partiyên Rojava, di hundirê Sûriyê de, hinek gavan bavêjin, ji bo ku xwestekên Kurdistanî, ji bo yekbûnê, herwiha hêviyên me ji Rojava, bêhtir weke sîwanekê ku kongireye neteweyî jî di paşerojê de, em xebatê jê re bikin, eger diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojava biser ket, ji bo kongireyeke neteweyî em dîsa têkoşînê bikin, em bikaribin vî miletî bi pêkhateyên herêmê re, bi hev re bi biryareke rast biparêzin.
Hûn çi ji aliyê Kurdistanî dixwazin, li Bakurê Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê, ku bêhtir têkildarên Rojavayê Kurdistanê ne? Mebest, çi tiştê hûn jê ne razî ne, yan jî ziyan yan bandoreke nerênî li ser we dike? Hûn ji çi ne razî ne, ji aliyên Kurdistanî?
Niha hinek bûyer çê dibin, tu bixwazî nexwazî, tu pê diêşî, niha çi bûyer dibin, bûyerên nerînên cuda û ne wekehev, li ser asta Kurdistanî, em pê diêşin, çiqas dibe bila bibe, çiqas pirsgir bibin bila bibin, divê bi diyalogê çareser bibin. Bi dehên salan, me dît ku tevliheviyên hatin kirin, di sedsala bîstan de, ku birakujî hate kirin, em pê êşiyan. Çi Kurdê Rojava be, çi Kurdê Bakur be, çi yê Başûr be, em pê diêşin, em naxwazin ziyan bigihêje keç û xortên me, em naxwazin xwîn bê rijandin, lewma hêviya me ji hêzên Kurdistanî heye ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin, çi piştgiriyên wan ji bo Rojava jî hebin ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûrî û Kurd jî di nav de cihê xwe bigirin, ew yek li cem Kurdên Rojava, wê kêfxweşî be.
Çi hate guheritn, kî li ser xirabkirina pêwendiyên Kurdistanî kar dike? Em bînin bîra xwe, di dema şerê Kobanî de HDPê li aliyê Bakurê Kurdistanê kêmasî nekir û xizmeteke mezin ji Kobanî re pêşkêş kir, herwiha partiyên Başûrê Kurdistanê, wan jî Pêşmerge şandin. Ji sala 2015an ve çi hate guhertin, heta ku ev pêwendî ne di asta daxwaza milet de ne?
Bi baweriya min, bi nerîna min, sedsala 21ê û bi taybetî 2021ê hinek destkeftiyên ku Kurd bidest xwe bixin hene, çi li Başûrê Kurdistanê, çi li Rojavayê Kurdistanê, hinek alî dixwazin van tevliheviyan çê bikin. Tiştê ku li Kobanî çê bû, cihê kêfxweşiya her kesî bû. Bi sedan Pêşmerge, dema ku hatin Kobanî, bi hezaran miletê Bakur dema çember li ser sînor çê kir, li ser axa Kobanê gelek şehîd hatin danîn, ji çar parçeyên Kurdistanê. Ew hêviya ku yekbûneke xwe çê bikin, hêviya ku pirsgirêkên Kurdî bi diyalog û bi desthevdana bi hev re çareser dibin, lewma mirov li xwe vegere, carcaran hizir bike, ji berjewendiya kê ye ku ev tevlihevî tê çêkirin, ji berjewendiya kê ye ku xwîn ji herdu aliyan bê rijandin, dema ku ev destkeftiyên li Başûr têkevin jêr ziyanê yan gef li ser wan hebin, ez bawer nakim Kurd bi wê yekê wê kêfxweş bibin, li kûderê be. Rojava dixwaze destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bêne parastin, di heman demê de jî, Kurdên hersê parçeyan jî, bi destkeftiyên ku li Rojava hatine bidestxistin, heman kêfxweşiyê dikin. Lewma em hizir bikin, ji berjewendiya kîjan aliyî ye, bi taybetî niha hikûmeta AKPê gelek hewldanê dide ku tevlihevî çê bike, lê divê em hay jê hebin, dijminên gelan pir in. Ev pîlanên ku têne çêkirin, mirov hay jê hebe û çiqas dibe bila bibe, em careke din dûbare dikin, bi danûstandin û diyalogê em pirsgirêkan çareser bikin.
Em bêne ser navxweya Sûriyê. Pêwendiyên we û Hikûmeta Sûriyê, diyaloga ligel Hikûmeta Sûriyê, di vê dema dawiyê de Buseyna Şeiban, şêwirmenda serokê Sûriyê gotibû, ku rêkeftinek di navbera we de çê bibû, hûn yan HSDê, gotibû ew şanda ku hatibû, ne di wê astê de bû, nikarîbû rêkeftin îmze kiriba. Ev yek çiqasî rast e û pêwendiyên we di çi astê de ne? Gelo hene yan nînin?
Siyaseta me ji 2011an û vir de, me dixwest ku pirsgirêkên Sûriyê, bi awayekî Sûrî-Sûrî bêne çareserkirin, bêyî rêbazên leşkerî, lê mixabin him Hikûmeta Sûriyê, rejîma Beis û him jî opozsiyonê, wan xwest ku vê pirsgirêkê bikine leşkerî. Tevî wê yekê jî, heta roja îro em ji diyalogê re vekirî ne. Lê aliyên ku niha diyalogan birêve dibe Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSDê û Rêveberiya Xweser in. Em jî cihê xwe li jêr wan sîwanan digirin, li gorî zanyariyên me, li gorî agahiyên me, ev têkiliyên me niha rawestiyane, nêzîkî salekê û bêhtir diyalog bi rejîmê re hatin rawestandin, ji ber ku ew cidiyet li cem rejîmê nîne, behsa mafên gelan nake, behsa pirsgirêkên heyî nake, aloziya ku li Sûriyê hatiye kirin çima çareser nake?! Nerîna wê, projeya wê rejîmê ji bo Sûriyeya paşerojê nîne. Tenê li derdora hinek xalên yasaya 107 diçe û tê, xalên girêdayî şaredariyan. Nerîna me ew e ku divê em lihev bikin, nenavendiya Sûriyê, Sûriye nenavendî be, dibe ku hinek nerînên cuda di nav hinek beşan de hebin, lê bi diyalogê em ê çareser bikin. Beriya tevî, divê pirsgirêka doza Kurdî çareser bibe, herwiha pirsgirêkên hundirê Sûriyê, çi hebe, têkiliya me bi wan re jî heye, pirsên Ereb, Tirkmen û Siryanan jî, em bi wan pirsgirêkan re jî têkildar in. Em destûrekê dixwazin ku hemû beşên Sûriyê bi hev re beşdar bibin, digihêjin destûreke demokrat ji bo hemû pêkhateyan.
Di destpêka krîza Sûriyê de, sala 2012an hikûmet bi bê şer, ji deverên Kurdî vekişiya, gelo rêkeftin di navbera we de hebû, çi bû? Gelo wê demê problem nebû? Niha çi hatiye guhertin ku Hikûmeta Sûriyê gotara xwe guherî û zimanê xwe li ser we tund kiriye? Çi hatiye guhertin, ew dibêje bidine min, wê demê we tiştek gotibû û behs kiribû, hûn jî weke partiyeke siyasî, weke stûna sereke ya vê hêza ku hate çêkirin?
Mixabin, ew zihniyeta ku tu behs dikî ya 2012an û piştre, heman zihniyeta kevn e, ji 1963yan ve berdewam kiriye heta roja îro. Rejîma Beis qebûl nake ku kêmayî heye, qebûl nake ku hinek pêkhateyên ku li Sûriyê dijîn, li derveyî pêkhateya Ereb in, li derveyî Partiya Beis in, gelek pêkhate hene, Siryan li ser vê axê, bi hezarên salan dijîn. Kurd bi hezarên salan dijîn. Ereb bi hezarên salan dijîn. Lewma herdem di sawêra Partiya Beis de ye, çawa berî 2011an bû, dîsa saziyên xwe yên ewlekariyê û istixbaratan bîne herêmê. Nema, êdî ew dewleta ku bi rengê xwe milet biparêze nema. Sala 2012an wê nikarîbû milet biparêze. Niha jî nikare biparêze. Niha, êrîşên ku têne ser Eyn Îsayê, çima Artêşa Sûrî bersivê nade?! Diyar e. Li Konbanê heye, li hemû deveran heye, lê tevî wê yekê, diyar e ku êrîşên dewleta Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê, êrîş dikin û Hikûmeta Sûriyê bêdeng e, Artêşa Sûrî bêdeng e. Ev xuya dike. Sala 2012an jî bi xemsarî nêzîkî pirsê dibû û dixwaze niha jî xemsar bibe. Ji ber wê yekê, diyaloga me li hundirê Sûriyê, diyalogên Encûmena Sûriyeya Demokratîk, hatine rawestandin, lê eger ciddiyetek li cem Hikûmeta Sûriyê hebe, em jê re vekirî ne, ji bo pirsgirêka Sûriyê, çiqasî bidawî bibe, em jê re vekirî ne.
Ji bo mafên Kurdan û çareserkirina pirsa Kurdî, carcaran tê gotin ku projeya PYDê ne neteweyî ya Kurdî ye, gelo di programa we û bîrûbaweriyên we de, mafên Kurdan çi ne û divê li Sûriyê çawa bin?
Bi dirêjiya dîrokê Kurd li ser vê axê dijîn, mafê vî gelî jî heye di hundirê destûrê de bê sepandin. Mixabin ew gotina ku dibêje partiya me li mafên Kurdan xwedî dernakeve, ne di cihê xwe de ye. Dibe ku em behsa demokrasiyê dikin, behsa sîstemeke nenavendî dikin, behsa pêkhateyan dikin, çi ku dema destûreke demokrat bê çêkirin, mafê gelê Kurd jî wê bê parastin. Mafê gelê Kurd, weke gelekî li ser axa xwe dijî, bi zimanê xwe, bi şaristaniya xwe, bi dîroka xwe, wî jî di hebûna Sûriyê de beşdarî kiriye. Di heman demê de, gelê Siryan jî heye, ku bi hezarên salan li ser vê axê jiyan kiriye. Gelê Ereb heye. Em behsa demokrasiya Sûriyê dikin, dema demokrasiya Sûriyê bê çêkirin û ew destûr bê dariştin û hemû beşên Sûriyê tê de beşdar bibin, helbet mafê gelê Kurd jî wê bê parastin, hebûna gelê Kurd wê bê parastin û ew biryarên şofînî ku di salên 1963yan de derketine heta 1973yan û derbas bûne û Kurd înkar kirine, divê ew jî di hundirê destûrê de weke biryarekê, çawa bê çareserkirin, pêwîst e ew jî bê eşkerekirin .
Em bêne ser asta navherêmî, kesê ku pirsgirêka wî bi Tirkiyê re heye, di nav Rêveberiyê de, partiya we ye. Berî 2015an pêwendî gelekî baş bûn, Tirkiyê deriyên xwe yên sînorî vekiribûn, di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, bazirganî jî hebû. Ev pêwendî xirab bûn, hûn bîr li wê yekê dikin ku hûn ziyandîtiyên bêhtir bûn ji wê yekê, ku êdî careke din hûn kar li ser bikin, pêwendiyan baş bikin yan asayî bikin, bi kêmayî ji wiha baştir be, ku rehet bibe û gef kêm bibin.
Gotineke Kurdan heye dibêje, eger niyaz zelal be, her tişt wê here serî. Niha mixabin, dewleta Tirkiyê herdem bi çavekî dijminatî li gelê Kurd dinere, weke fobyayeke Kurdî heye, bi wateya ku Kurd dixwazin tevliheviyê çê bikin, Kurd dixwazin welat parçe bikin, li ser wê bingehê, Efrîn dagîr kir, li ser wê bingehê koçberî hate çêkirin, li ser wê bingehê êrîşên xwe birin ser Girê Spî û Serê Kaniyê, li ser wê bingehê aniha êrîşa wê li ser Eyn Îsa heye. Çi xwesteka wê ye, li bin navê ku “gefek li ser ewlehiya me heye”. Lê nerîna me weke partiya PYDê em dixwazin diyaloga me li gel hemû dewletên cîranên Sûriyê baş be, li ser bigehekê ku mafên gelê Kurd, mafên gelê Sûriyê û çi gelên ku li ser axa Sûriyê hene, bêne parastin. Aniha eger dewleta Tirkiyê ji Efrînê û ji deverên Sûrî vekişe û siyaseta dijminatiya xwe li hember gelê Kurd, li hember gelê Sûriyê biguhere, helbet em jê re amade ne. Em dixwazin. Me û gelê Tirkiyê bi hezarên salan bi hev re jiyan kiriye, lê mixabin rejîm û sîstemên ku hatine ser desthilatê, herdem bi çavekî kêm li gelan dinerin û ev yek jî nerast e, lewma eger ev nerîn bê guhertin, em ji diyalogê û aştiyê re jî amade ne, tiştê ku li ser milê me bikeve ji bo aştiyê li kûderê be, em dikarin bibin alîkar.
Xwendina we ya siyasî ji bo bûyerên ku li deverê çê dibin, pêwendiyên Tirkiyê bi Amerîka û Ewropayê re, li ser asta herêmî. Gelo hûn dibînin ku pêvajo ji berjewendiya Kurdan birêve diçe yan jî gef li ser Kurdan bêhtir in?
Gef hene, mirov vê yekê rast bibêje. Gef li ser Kurdan û li ser tevaya herêmê hene. Li Idlib, Ezaz, Bab, herêmên Kurdan, Efrîn û Girê Spî, gef hene, lê ji bo ku gef bêne rawestandin pêwîst e hinek hewldanên me yên Kurdî-Kurdî biserî bibin, herwiha rejîma Sûriyî, rejîma Beis pêwîst e ew jî bi erkê xwe rabe, ya din jî ew dewletên ku li ser axa Sûriyê ne, pêwîst e ew jî, weke biryara 2254, bi awayekî rast, her kes beşdar bibe ji bo pirsgirêkê nehêlin. Eger wiha bibe, gef wê kêm bibin, û sînorek ji dewleta Tirkiyê re jî pêwsît e bê danîn, weke çawa ku bi milyonan mirov koçber bûne, bi şer çareser nabe. Bi diyalogê û bi tevlîbûnên hêzên navneteweyî ji bo biryarên Sûriyê.
Li ser asta navdewletî, kesên ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê yan Rêvebeirya Xweser yan Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin, di serê wan de Amerîka ye. Li Amerîkayê jî guherîneke girîng, Serê Salê çê dibe, desthilat tê guhertin, stafeke nû tê, hûn çi amadekariyên xwe dikin ji bo pêşwazîkirina vê rêveberiyê, danûstandina ligel wê, xwe pê bidin naskirin ji bo ku vê pêwendiyê têxin berjewendiya Rojavayê Kurdistanê.
Em û Amerîka û Koalîsyon, li Rojava bi rêyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hember DAIŞê, pêwendiyên me çê bûn. Aniha piştî hilbijartinên ku li Amerîkayê hatin kirin û guhertinên ku hatin kirin, hêviyên me yên li ser bihayên Amerîkî, bihayên demokrasî, bihayên mafên mirovan, ku çawa di destûra Amerîkayê de hene, em dixwazin li ser Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser xelkên Kurd pêk bînin. Tiştê ku li Rojava çê dibe, tiştê ku li Rojhilata Navîn li ser Kurdan çê dibe, bi rastî mirov xemgîn dibe, lewma hêviyên me hene ku siyaseta Amerîkayê têkeve vî warî û bikaribe bihayên ku li cem wan hene, li Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser Kurdan, pêk bînin.
Bi nerîna we, weke pêşbînî, ev rêveberiya Amerîkayê ku niha di desthilatê de ye ji berjewendiya we ye yan jî rêveberiya ku wê nû bê?
Li gorî programa birêz Biden, berî hilbijartinê dixwest pirsgirêkên heyî li Rojhilata Navîn, bi taybetî ji bo Kurdan, programa wî hebû. Em bidêjin, li gorî programa wî ya hilbijartinê, eger pêk bîne, wê rewşa gelê Kurd li herêmê baş bibe.
Amerîka piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê li dijî DAIŞê de kir û berdewam dixwest xwe ji aliyê siyasî û piştgiriya siyasî, dûr bixe. Şiroveya we çi ye ku Ameîrka piştgiriya we ya siyasî nake, ku hûn herin kongireyên navdewletî yên taybet bi krîza Sûriyê, weke Cenêvê, beşdar bibin?
Niha danûstandinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyonê û Amerîkayê, li ser bingeha rûbirûbûna DAIŞê ne. Niha Rêveberiya Xweser jî heye, 5 miloyn mirov li vê herêmê dijîn, diyalogên ku têne kirin, yên navneteweyî bi taybetî yên Cenêvê, pêwîst e ku nûnerên vê rêveberiyê, yan jî nûnerên vê herêmê, ku 5 milyon mirov lê dijîn, û 7 rêveberî hene, Tebqa, Dêre Zor, Reqa, Minbic, Herêma Ferat, Herêma Şehba û Herêmên Cizîrê, pêwîst e ku tevlê bibin. Lê mixabin heta roja îro, nûnerên van kesan tevlê nebûne. Pirsgirêkên Sûriyê çarser nabin eger hemû aliyên Sûrî tevlê nebin. Eger aliyek bê dûrxistin, ew pirsgirêk çareser nabe. Lewma pêwîst e hemû alî tevlî Cenêvê bibin, di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Eger em ne tevlê bin, pirsgirêka Sûriyê çareser nabe. Lê em ê bi rêya Kwalîsyonê hewldanê bidin, bi rêyên diyalogên deplomasî yên Xweseriya Demokratîk ji bo ku em bibin beşek, parçeyek ji çareseriya pirsgirêka Sûriyê.
Garantiya parastina miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi mana Amerîka ye, hêzên Rûsî jî li vê derê hene, piştî sala bûrî û şerê Serê Kaniyê û êrîşa li ser wê û Girê Spî. Garantî tenê mafê Kurdan û mana Kurdan li van deveran bi mana Amerîkayê ve girêdayî ne?
Ji pirsên hêzên navneteweyî yên li nav axa Sûriyê hene, diyaloga Kurdî-Kurîd ye. Em çiqasî vê diyalogê biser bixin, ewqasî em ê bikaribin metirsiyê kêm bikin. Çiqasî Kurd parçe bin, ewqasî metirsî jî berdewam e. Helbet hebûna Amerîka û Rûsyayê heye, em bixwazin nexwazin, çareseriya Sûriyê di destê hêzên navneteweyî de ye, gelek hêz li ser axa Sûriyê çê bûn, lewma hêviyên me hene, ku em him Kurd-Kurd bikaribin diyaloga xwe biser bixin, hem jî hêzên navneteweyî yên mezin, di serê wan de Amerîka û Rûsya ku ew jî ji bo çareseriya siyasî ya Sûrî, em tê de li ber çav bin.
Ev hêviya xelkê ye ji we, partiyên siyasî, aliyên siyasî û ji hêzên navdewletî ye ku ew bêne parastin. Dixwazim vê hevpeyvînê bi pirseke soft ji te bidawî bînim. Gelek kes dibêjin, tiştekî Kurdî di navê PYDê de nîne, ne nasnameya wê ya neteweyî diyar e, çi netewe ye, ne jî nasnameya wê ya niştimanî diyar e, ku li kîjan welatî ye. Partiya Yekîtiya Demokratîk, li kûderê ye ji kê ye, kes nizane?! Tu çi dibêjî?
Belê. Pirseke baş e. Partiya Yekîtiya Demokratîk, PYD, ew yek dibe Kurd. Lê nayê wê wateyê ku bi regez e, ji ber ku aniha Siryan û Ereb jî di nav de hene. Projeyeke me ya demokrat heye, projeyeke me ji bo tevaya Sûriyê heye. Em weke partiyeke Sûrî dixwazin bi roleke mezin rabin, hemû beşên heyî, bêyî ku em bibêjin taybet bi Kurdan e, ev PYDê ji bo Kurdan, ji bo Siryanan û ji bo Ereban e. Lewma em ê têkoşîna xwe li gorî prensîpên xwe bikin, prensîpên me mirovahî ne, her kes dizane. Carcaran bibêjin dema qewmiyetçî gelekî nemaye, em jî rast dibînin. Her kesek dibêje neteweya min, ew jî pirsgirêk e. Lê em hebûna rengan biparêzin. Gelê Kurd xwedî hebûneke hezarên salan e, çawa em ê biparêzin, li kêleka me Siryan jî hene, li kêleka me Ereb hene, em bi hev re bikaribin di nav programa partiyê de çawa em ê vê hebûnê biparêzin, lewma ez dibêjim hinekî li me ayil in, lê dîsa ez dibêjin Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê navekî Kurdî ye.
Imer Kalo/Rûdaw