Hejmara pêketîyên vîrusa korona ya li seranserê cîhanê ji 81 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 81,114,788 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 19,2 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,2 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 7,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1,770,562 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 334,116 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 191,139 mirinan Brezîlya tê.
Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 95,693 kes bi vîrusa korona ketine û 4,773 kes bi wê mirine.