Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan da xuyakirin, ew wekî Tirkiye dixwazin bi Îsraîlê re pêwendiyên xwe baş bikin, lê bi kesên asta jor re hin pirsgirêkên wan hene.
Erdogan, li navçeya Uskudar a Stenbolê piştî nimêja înê li gel rojnemavana axivî û bersiva pirsên wan da. Li ser pirsekî di derbarê pêwenditûn Tirkiye û Israil, Erdogan got: Têkiliyên me li gel îsrail başin.
Erdogan di drbarê pûwendiyên Tirkiye li gel Îsrail got: “Bi Îsraîlê re, di warê dayinstandina de pêwendiyên me qut nebûne, berdewam in. Wek hin welatên din, bi kesên asta herî jor re hin kêşe hene. Ji xwe di asta herî jor de pirsgirêkên weha nebin, pêwendiyên me bi Îsraîlê re dê gelek cuda bûne. Li aliyê din siyaseta Îsraîlê hember Filistînê wek xeta me ya sor e. Helwestên tund hember Filistîniyan, hember axa Filistînê, em qebûl nakin. Em jî dixwazin pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re bigihînin asteke baştir.
Erdogan hinek Helil jî pêşkêşî rojnemavana kir û got: Heçî kesê helîlê bixwe Korona wan nagire.