Niha herêma me hêvîxwaz e di 5 salên bê de bigihe vejîna aborî
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê weberhênerên Amerîkî û biyanî han dide ku weberhênana zêdetir li Herêma Kurdistanê bikin û dibêje jî, aramî û zemîn hatiye pêkanîn bo weberhênana biyanî û ew kar dikin ku di 5 salên bê de Herêma Kurdistanê bibe herêmeke hinardekar.
Konferansa Salane ya Odeya Bazirganî ya Amerîka û Herêma Kurdistanê ku dê 2 rojan berdewam bike bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê dest pê kir.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî yek ji beşdarên konferansê bû û behsa karên hikûmetê kir ji bo pêşxistina aborî, rûbirûbûna gendelî û çaksaziyê di sektora enerjiyê de kir.
Vîrusa Coronayê karîgerî li ser aboriya piraniya welatan kiriye û Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir ku Herêma Kurdistanê jî ji karîgeriya Coronayê bêbeş nebûye lê li ser hewlan berdewam bûne bo handana weberhênanê ji bo hemecorkirina çavkaniyên dahatê, pêşxistina kiştûkal û zêdekirina demjimêrên elektîrîka niştimanî bo hemwelatiyan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Kurdistan dostê Amerîkayê ye û vekiriye bo weberhêneran ku bên weberhênanê bikin” û tekez jî dike ku hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê zemîneke baş a asayiş û aramiyê pêk aniye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan datîne ku pişt bi çavkaniyên navxwe girê bide û Mesrûr Barzanî jî dibêje, “Niha herêma me hêvîxwaz e di 5 salên bê de bigihe vejîna aborî paşê bibe hinardekar bo bazarên Iraq û bazarên derveyî sînorên Herêma Kurdistanê û “ev jî dibe bi weberhênan û siyaseta rast pêk were.”
Derbarê zêdekirina pêdana karebaya niştimanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Em hêvîdar in di demek nêzîk de garantiya desteberkirina elektîrîka 24 demjimêrî bo hemwelatiyan bidin” û amaje bi pêşxistin û çaksaziya di wê kertê de dike.
Mesrûr Barzanî behsa pirsgirêka hatinûçûn û xirabiya beşek ji şeqamên Herêma Kurdistanê kir û got, “em hewla baştirkirinê didin.”
Azadiya raderbirîn û azadiya takekesî mijareke din bû û Mesrûr Barzanî dibêje, “eme tekeziyê li ser wê dikin ku azadiya raderbirîn û takekesî parastî be.”
Destpêka vê mehê li Parlamentoya Iraqê Yasaya Deyn bêyî amadebûna Kurdan hat pesendkirin û vê yekê jî pirsgirêk bo mûçexorên Herêma Kurdistanê çê kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Em kar dikin bo ku li gel hikûmeta Iraqê bigihijin rêkeftinê ku em mafên xwe bidest bixin… (hevdem), pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de bidest bixin.”
Mesrûr Barzanî behsa peywendiya telefonî ya xwe û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Dan Brouillette kir û amaje bi wê kir ku, Brouillette tekezî li ser wê kiriye, kompaniyên Amerîkî dê weberhênana zêdetir li Herêma Kurdistanê bikin. Mesrûr Barzanî got jî, “em pabend in bi pêkanîna derfetan bo weberhênana kompaniyên Amerîkî.”
Cîgirê Wezîrê Enerjiya Amerîkayê Mark Menezes jî di çarçova wê konferansê de axivî û got, “Herêma Kurdistanê navçeyeke hêvîbexş e bo pêşerojê di warê enerjiyê de” û diyar jî kir ku divê Iraq û Herêma Kurdistanê kar bo geşepêdan û mezinkirina bazarên xwe bikin.