Partiya Doza Azad (HUDA PAR)ê kongreya xwe ya şaxê Stanbulê li darxist û serokê partiye Îshak Saglam di kongreye de axavtinek kir. Saglam di axavtina xwe de da xûyakirin ku gerek li Tirkiye wateya hemwelatiyê bê guhertin .
Saglam dibêje ku, destura niha ya 1982ê ye û herkese ku li Tirkiye dijî Tirk qebul dike. Herkes ne Tirk e,destur tene heyina neteweyê Tirk qebûl dike û taybetî qet behsa netewê Kurd nehatiye kirin.
Serokê HUDA PARê di axavtina xwe de got:
Axaftin û xwendina bi zimanê dayîkê di ser mafên serekî yên mirov re ye. Bi dehan sal e li vî welatî Kurdî ku zimanê yek li ser çarê xelkê ye wek zimanê nenaskirî tê pênasekirin. Bêjeya Kurd di kitêbên dîrokî de tê jêbirin û çalakiyên kulturî yên Kurdî tên qedexekirin, ev di demekê de ye desthilata niha salên destpêkê dema bûn desthilat di çareseriya pirsa Kurd de pêngavên ciddî avêtin, lê çend sal e pirsa Kurd careke din vegeriya salên înkar û qedexekirinê.
Rûniştina ligel rêxistineke çekdar ligel maseya gotûbêjê bo çareseriya mafên herî serekî yên mirov şaş e û rewatiyê dide propagandeya çekdarî, divê bêyî mercên pêşwext ew maf bên dayîn.