CîhanRojev

Enqere, Serokê Qibrisa tirkî tehdîd dike

Mistefa Akinci Serok Komarê Bakûrê Qibrisê (Qibrisa tirkî) ku tenê tirkiye wê qebulkiriye, tirkiye tometbarkir ku gefê lê dike ku xwe li hilbijartinan Serokayetiya Qibrisê de berbijêr neke.

Akincî got: “Bi rêya Birêveberê Nivîsîngeha min peyamek ji bo min şandine, naveroka wê ewe bû: Divê tu xwe kandîd nekî, eve ji bo te û ji bo malbata te baştire”.

Li hevpeyvîneke li kanala tv2020 Serokê Qibrisa tirkî got: “Belê wiha kirin, min Balyozê tirkiye vexwend ku rûnkirineke vê pirs û wê nameyê bide, lê belê Enqere nehişt bê”.

Li beramber da Balyozxaneya tirkiye li Lefkoşe van axaftinan redkir û van nûçeyam bi nerast wesif kir û li daxuyaniyek da got: “Ew daxuyaniya Akincî ya di derbarê bi peyama gefkirina tirkiye bi tu awayekê ne raste”.

Back to top button