Siyasetmedar Memê Memoyî ragihand, Hebûna hêzên Heşda Şeibî û PKKê li Şingalê, piştevaniyek ji projeyên Îran û Tirkiyê re ye.
Siyasetmedar Memê Memoyî li ser rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê ya derbarê Şingalê de ji K24ê re ragihand, ev rêkeftin xaleke gelekî girîng e, ji bo koçberên Şingalê vegerin ser cih û warên xwe. Ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, divê hêzên derve wek Heşda Şeibî, YBŞ û hêzên ser bi PKKê ve jê vekişin.
Got jî: Hebûna hêzên Heşda Şeibî li Şingalê, piştevaniyek ji projeya Îranê ya Şîe re ye. Hebûna hêzên ser bi PKKê ve jî, hincete dide Tirkiyê, ta êrîş bike. Hebûna her du hêzan li Şingalê, metirsiyeke mezin li ser Şingalê ye.
Got jî: Divê xelkê Şingalê kar û xebatên xwe ji bo kurdîniyê bikin û nebin ecindeyên ti hêzine din. Bila Şingalî bi xwe herêma xwe birêve bibin. Heger wiha nekin, dê ew hêz fermana 75an jî bînin serê wan.
Amaje bi wê jî da, ji ber hebûna PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, Tirkiye bi kûrahiya 30 k.m derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûye û dagîr kiriye. Heger PKKê karekî ji bo kurdîniyê dike, divê xebata xwe bibe çiyayên bakurê Kurdistanê. Ti karê PKKê li cihê rizgarbûyî tune ye.
Got: Ji bo xelkê Şingalê vegere ser cih û warê xwe, divê ew hest bi ewlehiyê bikin û bi çavên xwe bibînin ku têne parastin. Heta wiha bibe jî, divê hêzên derveyî, jê vekişin. Ji bilî wê jî, Şingal xaka Kurdistanê û cihê ola kurdan a kevnar e û divê jî vegere ser Herêma Kurditanê ve.
Memê Memoyî bang li hemû kurdan çi Misilman, Êzidî û Kiristiyanî bin kir, di nava xwe de tefaq û yekrêz bin û kar ji bo vegera koçberên Şingalê li ser cih û warê xwe û ji bo Şingalî bikarin herêma xwe dubare ava bikin û bi xwe biryara xwe bidin.
Got jî: Divê Şingalî neyin xapandin. Bi xwe biryara xwe bidin û bibêjin ku em girêdayî Kurdistanê ne. Di ber rizgarkirina Şingalê de, Pêşmerge nêzîkî 800 şehîd dan. Herwiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kar ji bo vejîn û avedankirina hemû başûrê Kurdistanê dike.